• Pejirandina qanûna cezaya Îdamê jibo filistîniyên şehadetxwaz, terorîsma rêxistinbûyî ya Îsraîlê

Pejirandina qanûna cezaya Îdamê jibo filistîniyên ku operasyona şehadetxwaziyê cih tînin ji aliyê parlimana Îsraîlê ve, rastî bertekên curbicur ên rayedarên filistînî û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) re hat.

Parlimana Rejîma Siyonîst, roja çarşemiya buhurî, qanûna cezaya îdamê jibo wan filistîniyên ku operasyona şehadetxwaziyê cih tînin, bi 52 dengên Erê li hember 42 dengên Na pejirand.

Piştî biryara Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ya li ser nasandina Qudsa Dagîrbûyî wekî paytexta Rejîma Siyonîst, kiryarên dijî filistînî yên Îsraîl û Amerîkayê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Kênîsêsta Rejîma Siyonîst, roja sêşemiya buhurî, qanûna Qudsa Yekperçe pejirand. Li gorî vê qanûnê, Quds wê bikeve bin desthilata tam a Rejîma Siyonîst û parçekirina Qudsê ji bilî qebûlkirina 80 endam ji 120 endamên Kênîsêtê wê pêkan nebe. Di eynî demê de Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê, sêşemiya buhurî gef xwer ku ji ber vê yekê ku Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê dil nîne bi Rejîma Siyonîst re sazişê bike, wê piştgîriyên pereyî yên ji wan bide sekinadin.

Pejirîna qanûna cezaya îdamê ya filistîniyên şehadetxwaz, sêyemîn kiriyarê girîng ê dijî filistînî yê Îsraîl û Amerîkayê piştî biryara 6`ê Kanûna ya Trump li bara Qudsê ye ku cidatiya wê bi du karên berê, eva ye ku ev qanûna şidetê berbelav dike. Pêşniyarqanûna cezaya îdamê, partya Îsraîl Bêytena ya bi serokatiya Avîgdor Lîbêrmen, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst raber kir. Nirxandina vê qanûnê vê yekê nîşan dide ku heta îsraîlî bixwe jî ji dûhatên biryara Trump ya li ser Qudsa Dagîrbûyî ditirsin.

Armanca sereke ya ji pejirandina vê qanûnê, girtina pêşiya cihanîna operasyona şehadetxwaziyê ya filistîniyan hatiye ragihandin. Bi vî halî ev qanûna ne tenê nikare vîna filistîniyan a jibo cihanîna operasyonên şehadetxwaziyê û bi taybet berdewamkirina întifazeya dijî Îsraîlê lawaz bike, belki dê wê vînê xurt jî bike. Her di vê çarçoveyê de, rojnama siyonîst a Haartêsê ji nîgeraniya Saziya Istixbarat û Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst (SHABAK) a li ser bandorên neyênî yên vê qanûnê ji wan zêdekirina hejmara operasyonên şehadetxwaziyê û berfirehkirina intifazê û herwiha kêmbûna wlehiya îsraîliyan li welatên rojavayî û erebî agahî da.

Li ser vê bingehê, ji 120 endamên Kênîsêta Îsraîlê, tenê 52 kesan dengê Erê dane vê qanûnê, 42 kes dengê Na danê û 26 kes jî li Parlimanê nebûne ta ku ev qanûna bi pirraniyeka lawaz were pejirandin.

 Naftali Bennett, serokê Fraksiyona Mala cihû û Nadav Argaman, serokê SHABAK`ê, neyarên vê qanûnê ne.

Bêguman ya ku di çarçoveya operasyona şehadetxweziyê yan intifazê de, ji aliyê filistîniyan ve dijî îsraîliyan cih tê, di çarçoveya berevaniya meşrû ku di xala 51`an a Menşûra Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye, cih digire ji ber ku filistînî li hember êrişkerî û dagirkeriya Rejîma Siyonîst, ji xwe û erdên xwe berevaniyê dikin.

Di eynî demê de bêguman pejirandina qanûna cezaya îdamê ya filistîniyên şehadetxwaz ji aliyê Kênîsêtê ve, mînaka berbiçav û aşkera ya terorîsma dewletî û rêxistinbûyî ya Rejîma Siyonîst e. Her di vê çarçoveyê de Riyaz Malikî, wezîrê karên derve yê Filistînê û Salih El Arurî, cîgirê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera HAMAS`ê, ev qanûna mînaka terorîsma rêxistinbûyî da zanîn û li bara dûhatên wê hişyarî da.

Ev qanûna ev qas zalimane ye ku heta Yekîtiya ewrûpayê (YE) li bertekeka lezgîn, pejirandina wê kiryareka bi îhanet û dijî kerameta insanî ragihand.

Jan 05, 2018 19:24 Asia/Tehran