Çawa ku dihat pêşbînîkirin li dewra dudyan a gotûbêjên Astanê li bara Sûriyê ji ber mudaxileyên Tirkiyê, ev civîna bêyî tu daxûyaniyek kuta bû.

Beşar Ceferî Serokê taxima dewleta Sûriyê li civîna Astaneya dudyan duh pêncşemê 16 Sibatê bal kişande ser viya ku li vê civînê daxûyaniyek heta niha derneketiye û got: Tirkiyê û neyaran îradeyeke micid bona işkesta gotûbêjan hene.

Civîna Astaneya 2 li halekê bi rê ket ku li aliyê taxima neyarên sûrî hema pêş civînê nîşan dan ku neyariyên zav di nav xwe da hene.Neyariya sereke li bara çawaniya bijartina taxima sereke ji bo van gotûbêjan bû.

Neyarên dewleta Şamê nerezamendiya xwe li vê barê dane diyarkirin ku para pirtire taxima ku qirar e biçin Astanê bona dewra dudyan a gotûbêjan kesên ser bi Tirkiyê ne.Her ji ber viya ye ku mirov dikare bêje bandora Tirkiyê li civîna Astaneya 2 ser dijberan berbiçavtir e.

Perosa gotûbêjan bona birêxistina civîna Astaneya 2 wisa nîşan dide ku Tirkiye jî pirtir hez dike ku ev civîna rastî işkestê were.Mesela ku Beşar Ceferî jî li gotinên xwe eşkera kir.

Beşar Ceferî ragihand ku taxima Tirkiyê bi mihana ku direng gihêştine civîna dudyan a Astanê nehêştin ku Daxûyaniya vê civînê bê îmzakirin.

Helbet mirov dikare bêje, desthata herî girîng a civîna dudyan a Astanê eva bû ku dewleta Şamê û grûpên neyar bi hev ra li şerê dijî terorîstan rêketin.Helbet ev rêketina li civîna yekê ya Astanê ku 23 û 24 Çileyê birê ket jî hate dest.

Desthata dudyane civîna Astanê ya dudyan , mesela dewama agirbesa nav Sûriyê û pêkhatina komîteyek bona çavdêriya ser vê agirbesê bû ku Muhemed Elûç serkirdeyê taxima neyarên dewleta Sûriyê jî ji vê rêketinê xeber da,

Ji aliyekî din ve mirov dikare bêje civîna Astanê ya dudyan bi curekê işkesta wan neyarên dewleta Şamê bû ku Riyazê hertim piştevaniya wan dikir.ji ber ku van neyaran ji Elûş xwestibûn ku komîta çavdêrê ser agirbesa nav Sûriyê ji welatên erebiye wekî Erebistan, Urdin, Qeter û mîrnişînên erebî û Tirkiyê û Rûsiyayê pêk bîne û ji Îranê tu kesek dinav vê komîtê da tunebe lê Elûş ev xwesteka van neyarên dewleta Sûriyê qebûl nekir.

Li her halê da li ser civîna Astanê du nîgeranî hene , ji aliyekê Beşar Ceferî li bara hilkolandina qanûna bingehîn a Sûriyê got ku eva meseleyekî hundirî ye û ji aliyekî din Tirkiye neyarê hindek ji xalên qanûna bingehîn a nû li nav Sûriyê ye, bo nimûne Enqere neyarê nizama federalî li nav Sûriyê ye.

Sercem dewleta Sûriyê bi siyasetên dewleta Enqerê derheq rûdawên Sûriyê geşbîn nînin.

Beşar Ceferî nûnerê herdemî yê Sûriyê li NY û serokê taxima dewletê ya vî welatî li gotûbêjên Astanê li kêlega civîna sisyan a Astanê ragihand; Pêwîst e Tirkiye rêz û hurmeta biryarnamên ku li van civînan têne pejirîn bigre û hêzên xwe yên eskerî ji nav axa Sûriyê derxîne.

Ceferî got: Tirkiye wekî yek ji sê welatên ku zimaneta gotûbêjên Astanê dike pêwîst e ku sînorên xwe li ser hatûçûna terorîstan bigire.

Wî herwisa ji Enqerê xwest ku hakimiyeta netewî ya Sûriyê bi fermî nas bike û eskerên xwe ji nav axa Sûriyê derxîne.

Li gotûbêjên Astanê li bara Sûriyê ku bi alîgîriya sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyayê birêve çûye û niha sê civîn li Astanê birê ketine, bo ewil car nûnerên dewleta Şamê û nûnerên çend aliyên çekdar ên neyarê dewleta Şamê ku peymannama agirbesa nav vî welatî îmza kirine, bi hev ra rûdinin ser masa gotûbêjê û hema bi hev ra raste rast diaxivin.

Civîna giştî ya  muzakirên sûrî yên Astana 3 bi beşdariya nunerên dewleta Sûriyê û dijberên çekdar îro pênşemiyê li paytexta Qezaqistanê destpê bû. Li civîna  Astana 3 ku bêyî beşdariya nûçegihanan tê lidarxistin, xêncî taximên sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê rayedarên   Welatên Qezaqistanê wek mazûvan, Urdin, Emerîka jî weke welatên çavdêr beşdar bûne.

 Pêkanîna grûpa karî jibo behsa ser reşnivîsa qanûna bingehîn a nû ya Sûriyê ji wan mijaran in ku li civîna Astanê dikevin rojevê.

 Civîna Astana 3 jî mîna du civînên berê ser mijara cihanîna agirbesa berfireh li Sûriyê û rêçarên wê tê li darxistin.

 Agirbesa  giştalî a niha li Sûriyê ji 31 Kanûna 2016an bi saya plankariya Îran, Rûsiye û Tirkiyê, sê welatên piştgirê muzakirên Astanê hat li darxistin.

 

Feb 17, 2017 20:41 Asia/Tehran