Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Îslamî pêgirî kir ku hêzên çekdar rûveteke baş ji şiyan û îqtidara xwe û her wiha pergaleke hijmetkar ji gelê Îranê nîşan dan ku gelê Îranê dikare derbasî qonaxa navneteweyî ya qtidarê bibe.
Sernûçeyên herî girîng ên ku êvara Pêncşemiyê hatin pêşkêşkirin.
Husêyn Emîrabdollahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê ku li Newyorkê ye, li gotûbêja digel kanala televîzyonî ya CNN a Emerîkayê got: Ger Îsraîl şaştiyekê bike, em demlidest bersiveke poşmanker bidinê
Di daxûyaniyekê de, Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê, her cure ziyanên gihîştî bi navendên navokî yên Îranê red kir.
Dengê ku li rojhilatê Îsfehanê hat bihîstin ji ber çalakbûna sîstema berevaniya esmanî bû.
Balyozê Sûriyê li Têhranê li bara operasiyona cezakirinê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî li dijî Rejîma Siyonîst got: Soza Sadiq operasiyona berevaniya rewa ya Komara Îslamî ya Îranê ye ku di çarçoveya mafê berevaniya li xwe de û li berteka li hember êrişên Rejîma Siyonîst li dijî konsulxaneya Îranê li Şamê cih hat.
Cîgirê serokê karûbarê navdewletî yê Dezgeha Dadweriyê û sekreterê navenda mafê mirovan got: Amerîka û welatên rojavayî bila dev ji siyaseta xwe ya newekhev û bi dûrûtî li hember terorîzmê berdin.
Serdar Ehmed Heqteleb balkişand ser ewlehiya tam a navendên navokî yên welêt û di berteka li hember gefên Rejîma Siyonîst derheq êrişa ser van navendan, got: Muhtemel e doktrîn û siyasetên navokî yên Komara Îslamî ya Îranê û û têbîniyên ragehandî yên berê bên guhertin.
Wezîrê karên derve yê Îranê li peyameke nivîskî bo Konseya Ewlehiyê ragihand ku çavrêtî têkirn Konseya Ewlehiyê bi biryareke tam û tekûz û cidî li gorî xala heftem a manîfesta NY derbarê van mijaran tevbigere.