Terşdarê serdeştî wek berhemînerê bijartî yê Îranê hat nasandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i312235-terşdarê_serdeştî_wek_berhemînerê_bijartî_yê_Îranê_hat_nasandinê
Serokê Dayra Cotkarîya Serdeştê got: Resûl Şemsî ajeldar û terşdarê xelkê vî şarî di merasima rêzgirtina li berhemînerên bijare yên welêt da di çiqa xweyîkirina pêz da li Îranê wek kesê yekem û bijartî hat nasandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 14, 2020 13:36 Asia/Tehran
  • Terşdarê serdeştî wek berhemînerê bijartî yê Îranê hat nasandinê

Serokê Dayra Cotkarîya Serdeştê got: Resûl Şemsî ajeldar û terşdarê xelkê vî şarî di merasima rêzgirtina li berhemînerên bijare yên welêt da di çiqa xweyîkirina pêz da li Îranê wek kesê yekem û bijartî hat nasandinê.

Selahedîn Heqgûy Serokê Dayra Cotkarîya Serdeştê herwiha got: "Resûl Şemsî ajeldarê serdeştî ku yek ji terşdarên şareza û pêşeng li vî şarî ye, xelkê gundê Nêzeya Jorîn ser bi Mîravaya Serdeştê ye û yekîneyeke pezxweyîkirinê ya hezarserî heye."

34`emîn dewra bijartin û nasandina kesên nimûne û bijare di warê cotkarîyê de îro bi amadebûna Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî û rayedar û berpirsên Sazîya Cotkarîya Îranê û berhemînerên nimûne û pêşeng ên welêt li Salona Civîna Serokan a Têhranê hat lidarxistin.

Di wê merasimê de rêz li 166 cotkarên nimûne û bijartî hat girtin.