Oct 12, 2019 17:54 Asia/Tehran
  • Navenda Têknolojîyên Pêşketî ya Îran û Iraqê hat birêxistinê

Navenda Têknolojîyên Pêşketî ya Îran û Iraqê li rex 12`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Têknolojîya Nanoyê li Têhranê hat birêxistinê.

Rêvebirê Komxebata Pêşe û Bazarê ya Navenda Pêşxistina Têknolojîya Nanoyê ya Îranê Riza Esedîfer îro bi gotian vê yekê ku Tirkîye, Çîn, Iraq, Sûrîye, Endonêzî û Hind ji wan welatan in ku Îranê çiqa Navenda Pêşxistina Têknolojîya Nanoyê li wan bi rê xistîye, dîyar kir: Nivîsgeha Iraqê jî ji îro ve bi awayekî fermî karê xwe destpê kir.

Esedîfer pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê bi armanca berfirekirina berhemên zanistbingeh ên Nanoyê hewcedarê berfirekirina bazarên xwe ye, dîyar kir: Ew navenda tenê jibo şandina berhemên Nanoyê bo Iraqê nîne belkî hemî berhemên şirketên zanistbingeh digire ber xwe.

12`emîn Nîşangeha Navnetewî ya Têknolojîya Nanoyê 10`ê Cotmehê li Têhranê destpê bû dê heta sibê Yekşemê jî bidome. 

Nêrîn