Mar 17, 2019 18:01 Asia/Tehran
  • Destpêbûna sûdwergirtina ji 4 çiqên nû li Meydana Gazê ya Parsa Başûr

Sûdwergirtina ji 4 çiqên nû li Meydana Gazê ya Parsa Başûr îro bi amadebûna Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî li parêzgeha Bûşêhr li başûra welêt destpê bû.

Hemî karên wan 4 çiqên nû yên Meydana Gazê ya Parsa Başûr bi destê endazyarên îranî hatine kirinê û gaza wan 2 milyard Fût e ku ji deryayê ber bi depoyên li hişkatîyê tê veguhestin.

Bi destpêbûna sûdwergirtina ji wan çiqên Meydana Gaza Parsa Başûr Îran dikare di rojê de 113 milyon metrekûp gaza zengînkirî, 100 milyon metrekûp gaza Mêtan, 150 hezar bermîl şilikên gazê û 800 ton Gûgirda Giranolê zêdetir berhem bîne û herwiha salê de yê 2 milyon û 100 hezar ton gaza şilik û 2 milyon ton Êtan wekî ardûya sereke ya pêşeyên Pêtroşîmîyê were berhemanînê.

Jibo avakirina wan 4 çiqan zêde ji 11 milyard dolar sermîyan hatîye bikaranînê û Îran bo cara yekem di warê derxistina gazê ji vê meydana hevpar de li pêş Qeter ket.