Feb 21, 2019 18:47 Asia/Tehran
  •  Girtina heşt tawanbarên êrişa terorîstî ya riya Xaş bo Zahidanê

serokê giştî yê dadweriya parzêgeha Sîstan û Belûşistanê li başûrê rojhilata Îranê diyar kir: Bi hewldanên hêzên eskerî, ewlehiyê yên vê parzêgehê, heya niha 8 tawanbarên têkildarî êrişa terorîstî ya riya Xaş bo Zahidanê hatine girtin.

 Çarşemiyê şevê, 13  Sibatê otobuseke hilgirê sînorparêzên Komara Islamî ya Îranê li cadeya Xaş-Zahidanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ket ber êrişeka têrorîstî ku di encamê da  27 kes şehîd û 13 kes jî birîndar bûn. Koma terorîstî ya nasiyar bi Cêyş Ul-Zilmê berpirsiyariya vê êriş da isûtê xwe.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Îbrahîm Hemîdî îro pêncşemiyê bal kişand  ser vê yekê ku  du kes ji tawanbaran duh û îro hatien girtin û destnîşan kir: Ji şeş kesên girtî li rojên derbasbûyî  jinek ku xwediya trimbêla întiharîbûye li bajarê  Xaşê hatiye girtin.

 Wî her weiha li bara leşfkirina malên tîmî li bajarên Xaş û Serawanê li parêzgeha  Sîstan û Belûçistanê agahî da û got: Li van  lêkolînan 150 kîlo teqemeniyên amadeyî teqînê li bajarê Xaşê û 600 kîlo teqemenî bona çêkirina  bombeyan li bajarê Serawanê hatine keşfkirin.