Feb 11, 2019 11:56 Asia/Tehran
  • Nûçegihanê Meyadînê ji Têhranê: Bi miliyonan îranî beşdarî meşa cejna serketina Înqilaba Îslamî bûne

Hevdem digel lidarxistina meşa mezin a gelê Îranê di çilemîn Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê mêdyayên derveyî welêt ev amadebûna miliyonî ragiahndine cîhanê.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Mêdyayên biyanî meşa Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ragihandin.

Kanala libnnaî ya El Meyadînê ragihand: Meşa mezin a gelê Îranê di Çilemîn Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê da dest pê bûye û dirûşmeya "Mirin jibo Amerîkayê" û "Mirin jibo Îsraîlê" deng vedaye.

Nûçegihanê Meyadînê ji Têhranê ragihand: Bi miliyonan îranî beşdarî meşa cejna serketina Înqilaba Îslamî bûne.

Ajansa nûçeyan a Melûmeya Iraqê jî ragihand: Rêûrisma cejnê li Têhranê digel çalakiyên cûrbicûr ji wan gulbarana beşdarên meşê tê lidarxistin. Bi sedan mêvanên biyanî ji çend deh welatan beşdarî meşê bûne û bi sedan nûçegihanên navxweyî û derveyî jî nûçeyên meşê radigihînin.

Ji aliyê din va SANA Newsê bi raporekê bi boneya Çilemîn Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ragihandiye: Rêyeka tijî serketinê di hemî warên navxweyî û derveyî da di heyama çil salan ji serketina Înqilaba Îslamî li Îranê hatiye meşadin û ev welata ber bi pêşketin û geşatiyê li hemî waran û bi serfirazî meşiyaye.

Îro Duşemî, 22ê meha Behmenê ya sala 1397an a Koça Rojî, beranberî 1ê Sibatê, salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

Gelê seranserî Îrana Îslamî di çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî da weke salên bihurî bi amadebûna xwe ya berfireh li meşa mezin  û bicoş a 11ê Sibatê, peymana xwe digel ramanên Înqilaba Îslamî û Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dubare dikin.

Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi Rêbertiya hezretê Îmam Xumênî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket.