• Wezîrên karên hundir ên Îran û Tirkiyê ser rawestana li ber qaçaxa û terorê sekinîn

Wezîrên karên hundir ên Îran û Tirkiyê ser rawestana hevpar li hember qaçaxa madên narkotîk, qaçaxa mirovan û rawestana li ber teror û koçberiya neqanûnî sekinîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî wezîrê karên hundir  ê Îranê roja pêncşemiyê li hevdîtina Sulêyman Soylû wezîrê karên hundir  ê Tirkiyê li Enqerê bal kişand ser hevkariya  nêzîk ên du welatan li warê ewlehiya sînorî, rawestana li ber madên narkotîk, rawestana li ber qaçaxa mirovan û kelûmelan û rawestana li ber terorîzmê û got: Peywendiyên navbera Îran û Tirkiyê li warê aborî, geşatî û danûsandinên ticarî jî divê werin xurtkirin.

 Rehmaniyê Fezlî bal kişand  ser civînên rayeadrên  Îran û Tirkiyê dikare li warê xurtkirina  hevkariyên her du welatan bi bandor be û destnîşan kir: serokomarên  Îran û Tirkiyê heya niha  zêde ji heft caran  hevdîtin pêk anîne ku nîşana  viyan a Têhran û Enqerê bona berfirehkirina  peywedniyên dualî ye.

 Wezîrê karên hundir ê Îranê pêşewaziya berfirehkirina  peywendiyên  ewlehiyê navbera Têhran-Enqerê kir û destnîşan kir: Meselên  navçeyî divê bi destê welatên navçê were çareserkirin.

 Suleyman Soylu jî hevkariyên  wezareta karên hundir a Îran û Tirkiyê û hevkariyên  her du aliyan li karûbarên  koçberan û lidarxistina  civînên  hevparên  ewlehiyê li  sala buhurî bi bîr xist û got: Pêwendiyên navbera Îran û Tirkiyê gihêştiye asteke baş.

 Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Îran û Tirkiyê li warê rawestana  hevpar li ber terorîzm û qaçaxa madên  narkotîk, koçberiyên neqanûnî, qaçaxa kelûmelan û dabînkirina  ewlehiya sînorî hevkariyên baş hebûne.

 

Oct 11, 2018 17:13 Asia/Tehran