• Zerîf: Gotûbêjên derbarê meseleyên Deryaya Xezerê de didomin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Alîyên pişkdarê civîna Qazaqistanê lihev kirin ku gotûbêjên dostane derbarê meseleyên çaresernebûyî yên kivşkirina hidûdan, pişka her welatekî ji deryayê û çavkanîyên wê bên domandinê.

Li gorî rapora dayra ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li twwitera xwe nivîsî: Di roja hevgirtina welatên dorhêla Deryaya Xezerê de, mijarên amadekirina qaydeyên hevkarîya derbarê jîngeh, gemîvanî, masîgirtin, pêşxistina mayinde û ewlehîya bêyî amadebûna hêzên bîyanî hatin hilkolandinê û alîyên pişkdarê civîna Qazaqistanê lihev kirin ku gotûbêjên dostane derbarê meseleyên çaresernebûyî yên kivşkirina hidûdan, pişka her welatekî ji deryayê û çavkanîyên wê bên domandinê.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê ji bo pişkdarîya li pêncemîn civîna serokên welatên dorhêla Deryaya Xezerê çû şarê Oktao yê Qazaqistanê.

Rûhanî ji hêla Nûrsiltan Nezerbayêv serokomarê Qazaqistanê ve hat pêşwazîkirinê û derbasî cihê civînê bû û wek qisekirê duyem li civînê helwest û nêrînên Têhranê derbarê girîngîya berfirekirin û kûrkirina hevkarî û hevgirtina welatên derdora Deryaya Xezerê û veguhertina vê deryayê bo deryaya aştî û dostîyê rave û şirove kirin.

Civîna wezîrên karên derve yên 5 welatên dorhêla Deryaya Xezerê jî duh bi pişkdarîya wezîrên karên derve yên Îran, Qazaqistan, Ûrsêt, Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê hat lidarxistin.

Aug 12, 2018 16:15 Asia/Tehran