• Larîcanî bêdengiya welatên rojavayê li hemberî binpêkirina mafên mirovan li Yemen û Behreynê rexne kir

Serokê Meclisa Îranê Elî Larîcanî anî ziman ku hin kiryarên ewropiyan dibin sedema ecêbmayîna me û li dewamê de got: Li Yemenê mirovan dikujin û êrişî ser medrese û nexweşxanan dikin lê dîsa hin welatên ewropî ji Erebistanê re çekan dişînin.

 Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî îro li Tehranê li hevdîtina serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlemana Ewropayê David McAllister desnîşan kir ku Ewropa çawa dikare rewşa mafên mirovan li Behreynê pîne û çirove bike? û li vê çarçovê de got:Gelo vê yekê çi wateya xwe heye ku hin kesan mafê xwe yê dengdayînê hebe û hin welatiyên din jî ji vê mafê bê par bibin.

Larîcanî desnîşan kir ku hin welatên ewropî çekan didin Rejîma Siûdî û piştgiriya Rejîma Behreynê dikin û got:Ji me re zelal nîne ku mafê mirovan ya Ewropayê çawa dikare cinayetên li Behreyn û Yemenê rave bike.

 Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Amerîka bi çêkirina şêrr li Iraqê terorîzmeke nû xuliqand û li dewamê de desnîşan kir ku niha terorîst bûne belayê canê piştgirên xwe yên berê.

Larîcanî herwiha got: Rejîma Siyonîstî jî bi mudaxileyên xwe gelên navçê kirine hedefa êrişên xwe.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlemana Ewropayê David McAllister jî li vê hevdîtinê de desnîşan kir ku mesele û pirsgirêkên li Rojavaya Asyayê pir li hev aliyayî ne û li dewamê de îdia kir: Yekitiya Ewropayê krîza li Yemenê bi hûrî û kûrî dişopîne û krîza mirovanî ya li vî welatî de fem dike û îzna dayîna çekan bo welatên mijûlî şerê li Yemenê nade.

 

Feb 14, 2018 19:05 Asia/Tehran