• Nunerê NY li Îranê sersaxî da malbatên gorîyên nuqumbûna gemîya Sançîyê

Hevdengkirê NY li Têhranê xwe şirîkê xem û kesera malbatên gorîyên bûyera nuqumbûna gemîya niftkêş a îranî zanî û sersaxî da wan.

Gerî Lûyîs hevdengkirê NY li Têhranê îro li peyameke vê sazîyê sersaxî da malbatên gorîyên bûyera xembar a nuqumbûna gemîya niftkêş a Sançî ya Îranê.

Di 6`ê Çile de gemîyeke barhilgir a çînî-hongkongî li perravên rojhilata Çînê li gemîyeke niftkêş a îranî ket. Di encama vê bûyerê da teqîn li gemîya îranî pêk hat û agirberbûyê.

Sazîya Bender û Deryavanîya Îranê îro nuqumbûna gemîya niftkêş a îranî ya bi navê Sançîyê û candayîna 32 personelên wê ku 30 ji wan îranî û 2 jî bengiladêşî bûn piştrast kir.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî îro li peyamekê ji hemî sazî û dezgehên têkildar ji wan Wezaretxanên Rê û Bajêrsazî, Nift û Karên Derve yên Îranê xwest ku bi pêngavên pisporîyê, hegera vê bûyera sedema heyfê bi awayekî deqîq hilkolînin û şopandinên qanûnî yên pêwîst ji bo girtina pêşîya bûyerên bi vî rengî û herwiha ji bo dabînkirina mafên gelê Îranê û mablatên gorî û mexdûran pêk bînin.

Jan 14, 2018 20:21 Asia/Tehran