• Merasima bibîranîna Talebanî li Têhranê hat lidarxistin

Merasima bibîaranînê ya Celal Talebanî serokomarê berê yê Iraqê û sêkrêtêrê giştî yê YNK`ê îro danê êvarê li Têhranê hat lidarxistin.

Hin rayedarên Îranê yên wek Hesen Danayîfer sefîrê berê yê Îranê li Iraqê, hucet ul islam Doayî û rayedarên welatên bîyanî yên li Îranê ji wan Racih Mûsewî sefîrê Iraqê, Selah Zewawî sefîrê Filistînê û nunerê Rûsîyê û kurdên iraqî yên niştecihê Îranê li vê merasimê pişkdar bûn.

Celal Talebanî, sikritirê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û yekem serokoamrê kurd ê Iraqê roja Sêşemiya heftiya çûyî di temenê 84 saletiya xwe da li Bêrlîna paytexta Almanyayê ji ber pirsgirêka mejî çû ber rehma Xwedê.

Oct 12, 2017 20:09 Asia/Tehran