• Elî Şemxanî: Îran dijberê giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ye

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Komara îslamî ya Îranê wekî dost û hevpeymanê birayên kurd e û li rewûên dijwar hertim li kêleka wan bûye û giştpirsiya li vê herêmê dabînkerê ewlehiya Herêma Kurdistana Iraqê nizane û dijberê vê giştpirsiyê ye.

Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li gotûbêja xwe ya îro yekşemê tev IRIB News`ê, ragihand li rewşa ku tiştek nemaye ji ber mêrxasiya hêzên iraqî, hemû axa vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bibe, xebatên wekî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ewlehiya navçê, Iraq û hema Herêma Kurdistana vî welat davêje ber xeterê.

Şemxanî bal kişand ser rola kurdan li nav dewleta Iraqê û pêwîstiya dewama behregirtina ji vê potansiyelê li qahîmkirina nijyarên ewlehî, abûrî û siyasiye herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir: Bê şik Îran iraqekî yekgirtî yekparçe û federalî bi fermî nas dike.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê bal kişande ser rêketinên eskerî û ewlehî di navbera Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê û destnîşan kir: Cudabûna vê herêmê jî Iraqê tê wateya kutabûna van rêketinan û paşê Îran li çarçîva dabînkirina ewlehiya sînorên xwe yên hevpar tev Iraqê bona sekinîna li hemberî grûpên dijî inqilabê ku li hinek ji navçên Herêma Kurdistana Iraqê hatin-çûnê dike, bi micidî dixebite.

Sep 17, 2017 17:23 Asia/Tehran