Fermandê hêza ewlehiyê ya Komara Îslamî ya Îranê got: Îran, ewlehî û pêşketina Iraqê weke ewlehî û pêşketina xwe dizane.

 Serdar sertîp Huseyn Eşterî, fermandê hêza ewlehiyê ya  Îranê roja yekşemiyê li ehvdîtina  Qasim El-Ercî wezîrê karên hundir  ê Iraqê li Têhranê spasiya  berxwedana  gel û artêşa Iraqê li hember komên  terorîstî kir û got: Polîsê Îranê amade ye ezmûn û tecrubeyên xwe dayne ber destê polîsê Iraqê û ji tecrubeyên  polîsê Iraqê li hember terorîstan bikar bîne.

Sertîp Eşterî got: Hêza ewlehiyê ya Îranê li warên curbicur amadeyî parvekirina lêzanîn û tecruban, rawestana li hember sûçên plankirî û raberkirina  her cure perwerdeyê bo polîsê Iraqê ye.

 Serdar sertîp Huseyn Eşterî, fermandê hêza ewlehiyê ya Îranê, got ku Îran û Iraqê dijmin û armanca hevpar hene û destnîşan kir: Her du welat divê tevî parastina serbixwetiyê, hewl bidin biyaniyan ji erdên  xwe dûr bixin û DAIŞiyên mayî ji nav bibin.

 Sertîp Eşterî,  elaqemendiya  gelê Îranê bo Etebatê Aliyat li Iraqê û hogiriya Îmam Riza(s), îmamê heştan ê şîeyan  li Îranê weke xalên hevpar ên  du welatan da zanîn û destnîşan kir: Îran û Iraq divê li bara  meşyana  bi peyatî ya  bi milyonan ziyaretkirên  îranî ber bi  Etebatê Aliyatê li Iraqê li Erbeîna Huseynî, hevahengiya  taybet bi armanca  parastina  qayîde û qirarên  cih bînin.

 Di vê çarçoveyê de , hevhatinnameya  hevkariya li bara lidarxistina  rê û resma  Erbeîna  Huseynî (s) roja yekşemiyê li Têhranê ji aliyê Ebdulriza Rehmaniyê  Fezlî û Qasim El-Erecî wezîrên  karên hundir ên Îran û Iraqê hat wajokirin.

 

 

 

Aug 13, 2017 20:05 Asia/Tehran