Serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê got: ``pesendkirina pêşniyarqanûna sekinîna li hemberî kiryarên têrorîstî yên Amerîkayê li Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê yekem pêngava Îranê ye``.

Nûnerên meclisa şêwraya Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê babetên giştî yên Pêşniyarqanûna Sekinîna li hemberî Şerxwazî û Kiryarên Têrorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê pesend kirin.

Serokê Meclisa Şêwraya îslamî ya Îranê, Elî larîcanî piştî pesendkirina Pêşniyarqanûna sekinîna li hemberî kiryarên têrorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê li meclisa şêwra îslamî, her wiha got: ``Meclisa Îranê liv û tevgerên dewlet û Kongreya Amerîkayê bi başî dişopîne``.

Larîcanî: ``Dewleta îranê erkdar e ku bi hevahengiya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî,  pêngavên pêwîst li hemberî Amerîkayê pêk bîne û encamê ji meclisê ra ragihîne``.

Li vî halî, nûnerên meclisa şêwraya îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê li çarçova madeya 11 ya Pêşniyarqanûna sekinîna li hemberî kiryarên têrorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê, dewleta Îranê erkdar kirin ku bingeha xwer ya berevaniyê xurt bike, şiyanan pêşîlêgirtinê ya Komara Îslamî ay Îranê zêde bike û têkoşîna li hemberî têrorîsmê, xurtkirina bingeha dîplomasiyê, şopandina ewlekariyê, pêşbir û pedafenda navokî, parastina aramiya navçeyê û piştgiriya ji Sipahê Pasdarên Înqilaba îslamî berçav bigire.

Pêşniyarqanûna Sekinîna li hemberî Şerxwazî û Kiryarên Têrorîstî yên Amerîkayê li Navçeyê li 9 beşan pêkhatî ji 27 madeyan li Komîsiyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya meclisa şêwraya îslamî ya Îranê gihîştiye qonaxa dawiyê.

Ev pêşniyaqanûn pêkhatî ji babetên giştî, danasîn, diyarkirina stratijî, piştgiirya Amerîkayê ji têrorîsmê, binpêkirina Mafên Mirovan ji aliyê Amerîkayê, siza û pêngavên beranberî kiryarên Amerîkayê, sekinîna li hemberî boykotên aborî yên Amerîkayê û piştgiriya ji welatiyên îranî ye.

Sênaya Amerîkayê roja 15`ê Hezîrana buhurî di dewama dijminatiya xwe digel Têhranê, pêşniyarqanûna giştalî ya boykotan li dijî Îranê bi navê qaşo ``Qanûna sekinîna li hemberî kiryarên nearamker ên Îranê - 2017`` pesend kir.

Aug 13, 2017 15:25 Asia/Tehran