Alîkarê beşa erebî û afrîqayê ya wezareta karên derve ya Îranê, got: Serketin û hewldanên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) jibo çareseriya qeyrana Yemenê, maye ser vê yekê ku ev rêxistina bêalîbûna tam jibo pêkanîna baweriyê di navbera aliyên şêrr de, berçav bigire.

Hisên Cabirî Ensarî, alîkarê beşa erebî û afrîqayê ya wezareta karên derve ya Îranê, roja şemiyê piştî hevdîtin û gotûbêja bi Îsmaîl Weled Şêx Ehmed, nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li karûbarên Yemenê li Têhranê, gotûbêjên ku pêk hatine baş û kêrhatî dan zanîn û herwiha got: Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li kar û barên Yemenê, hewl dide ta ku li rewşa niha, çareseriya siyasî ya qeyranê û alûgorên siyasî li Yemenê bi awayekî çalak bişopîne.

Cabirî Ensarî destnîşan kir: Dîtina Îsmaîl Weled Şêx Ehmed ji Îranê, di çarçoveya dîtina ji welatan jibo komkirina alîkariyan bona serketina li çareseriya qeyrana Yemenê da ye.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser piştgiriya Îranê ji hewldanên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî jibo çareseriya lezgîn a qeyrana Yemenê û hêvîdariya xwe diyar kir ku bi planên cihanînê û însiyatîva di pratîkê de ya ku Ny wê bigire ber xwe, dorpêça tam a gelê Yemenê û şerrê kavilker ê sepandî  li ser vî welatî, demlidest bi dawî were.

Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Yemenê, roja şemiyê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî û li ser rêbazên alîkariya bi vejiyandina gotûbêjên siyasî û şandina alîkariyên mirovhezane jibo xelkê xelayîketî û dorpêçbûyî yê Yemenê bi wî re gotûbêj pêk anî.

Îsmaîl Weled El Şêx, herwiha biryara îro bi Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

 

Aug 12, 2017 18:40 Asia/Tehran