• Pêkutîya rêberê qedirgiran ê inqilabê li ser girîngîya naskirina cîgeha jina misilman

Rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê pêkutî kir: Kifşkirina jinê wekî kelûpelekê li welatên rojavayî, li gorî ihtimaleke zêde yek ji komployên sîyonîstan bi armanca jinavbirina civaka mirovantîyê ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê îro di salroja jidêbûna bimbarek a hezreta Fatimeya Zehra (S) di hevdîtina ligel hejmarek pesinderên ehli beyta pêxemberê ekrem (S) de bal kişand ser berbelavbûna têgehên wek ``edaleta zayendî`` û ``beranberîya zayendî`` li welatên rojavayî û got: Edalet, naskirina potansîyelên Xwedêdayî û perwerdekirina wan e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bibîr xist: Zanyarên rojavayî û kesên ku meseleyên wek beranberîya zayendî dişopandin, roja îro ji karê xwe bi hegera fesadîyên ji ber wê poşman bûne.

Rêberê qedirgiran ê inqilabê herwiha şêwaza serederî û jîyana hezreta Fatimeya Zehra (S) xatûna qedirgiran a islamê wekî rêbereke rastî û herwiha jin û dayîkeke nimûne `` mînakeke tam jibo jina misilman`` binav kir.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li dewama gotinên xwe, hezreta Fatimeya Zehra (S) mînaka tam a `` jina misilman`` û di asta herî jorîn da `` jina islamî`` yanî di asta rêberekê da binav kir û li ser girîngîya naskirina cîgeha jina misilman sekinî. 

Mar 19, 2017 15:33 Asia/Tehran