Kuştin û girtina tekfîriyan li Kirmanşanê
Waliyê Kirmanşanê li rojavaya Îranê ragihana ku tîmeke têrorîstî hatiye girtin û endamekî bibandor ê koma têrorîst a DAIŞ`ê hatiye kuştin.
Waliyê Kirmanşanê, Esedullah Razanî li hevpeyivîna ligel IRNA`yê got: tîmeke teqandinê ya ser bi koma tekfîrî têrorîstî ya DAIŞ`ê ku ji bo pêkanîna opêrasiyona teqanidinê li deverên cûrbicûr û bajarên navendî yên Îranê derbasî nas sîroan bûbûn duh û îro anku duşemî û sêşemiyê li taxeke bajarê Kirmaşanê û bajarekî din ê vê parêzgehê ji nav çû.
Razanî got: Li vê pevçûnê sê kes ji endamên vê tîma têrorîst di opêrasiyonekê li Kirmanşanê hatin kuştin û hinek çek û teqemenî yên wekî gullebend û kemberên teqînê, narincok û cûreyên çekên otomatîk û kember li cem terorîstan hatin dîtin.
Li gorî gotina parêzgarê Kirmanşanê, pevçûna ku êvara duşemê li yek ji bajarên rojavayî yên parêzgeha Kirmanşanê di nava hêzên ewlehiya bajaran ligel beşa duyem a vê tîmê qewimî, yek ji endamên bibandor ên koma tekfîrî têrorîstî ya DAIŞ`ê hat kuştin û hejmarek jî hatin girtin.
Waliyê Kirmaşanê destnîşan kir: Serketina mezin a hêzên ewlekariyê û hêzên ewlehiya nav bajaran bû sebeb ku ev koma nekare bigihêje armanca xwe ya kuştina gelê bêguneh.