Kanûn 23, 2019 19:39 Asia/Tehran
  • Vûrya Xefûrî beşdarî amadekarîya Tîma Voçana Kurdistanê bereberê pêşbirka hestyar a wê tîmê bû

Kapîtanê Tîma Fûtbala Istiqlala Têhranê bereberê pêşbirka hestyar a Tîma Voçan a Kurdistanê di heftiya yazdehem a Pêşbirkên Sûpêrlîga Fûtbala Jinan de çû seredana fotbolîstên wê dema amadekarîyê.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Di heftiya yazdehem a Pêşbirkên Sûpêrlîga Fûtbala Jinan roja Îniyê ji saet 10 va du tîmên Şaredariya Bemê û Voçana Kurdistanê di halekî da dê biçin pêşberî hevdu ku du tîm bêyî derdanê heta dawiya heftiya dehem pêşde çûne.

Vûrya Xefûrî, Kapîtanê Tîma Fûtbala Istiqlala Têhranê îro bi amadebûna di temrînên vê tîmê tevî piştgiriya ji endamên wê hêviya serketina wan di pêşbirka roja Îniyê da kir.