Aug 15, 2019 16:08 Asia/Tehran
  • Çaremîn Dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Nuqumbûna Nav Avê yên Leşkerên Cîhanê, Îranê di rêza sêyem de cî girt

Tîma Nuqumbûna Nav Avê de ya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê di rêza sêyem a Çaremîn Dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Nuqumbûna Nav Avê yên Leşkerên Cîhanê-2019`ê de, cî girt.

Çaremîn Dewra Pêşbirkên Navnetewî yên Nuqumbûna Nav Avê yên Leşkerên Cîhanê-2019 bi pişkdarîya tîmên ji 4 Parzemînên cîhanê bi mazûvanîya Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê ji 14 heta 15`ê Tebaxê li Grava Kîşê li başûra Îranê hat lidarxistinê.

Tîmên Ûrsêt û Çînê jî bi awayê rêzê di rêzên yekem û duyem da cî girtin.

Tîmên serketî di merasimekê de xelatên xwe ji Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê Edmîral Hisên Xanzadî wergirtin.

Cîgirê Fermandeyê Hêza Deryayî ya Rûsîyê jî di merasima kutabûna vê dewra pêşbirkan de qedrê Îranê ji ber mazûvanîya baş girt û got: Ew pêşbirkana di atmosfereke saxlem a rikeberîyê de hatin lidarxistinê.

 

Nêrîn