Feb 18, 2019 17:14 Asia/Tehran
  • Îran û Herêma Kurdistana Iraqê yê Konfiransa Navnetewî ya Ziman û Wêjeya Kurdî û Farisî lidar bixin

Duyemîn Konfiransa Hevpar a Navnetewî ya Ziman û Wêjeya Kurdî û Farisî yê bi hevkarîya Zanîngeha Kurdistana Îranê û Zanîngehên Selahedîn û Raperînê yên Herêma Kurdistana Iraqê li şarê Sinê were lidarxistin.

Zanîngeha Kurdistanê di daxûyanîyekê de ragihand ku Duyemîn Konfiransa Hevpar a Navnetewî ya Ziman û Wêjeya Kurdî û Farisî (Zimannasî û Botîqa) yê di rojên 9 û 10`ê Hezîranê têkildarî du pişkên Zimannasî û Wêjeyê li vê zanîngehê were lidarxistinê.

Li gorî daxûyanîya Zannîgeha Kurdistanê, ew konfiransa yê bi hevkarîya Zanîngeha Kurdistana Îranê û Zanîngehên Selahedîn û Raperînê yên Herêma Kurdistana Iraqê bi mêhwerên zaravenasî, rêbazên nû yên nivîsîna rêzimana kurdî, lêkolîna rexneyî têkildarî fonotîkê, hilkolandina ser bingeha rexnekirina rênivîsa Kurdî, zimannasîya têorîk û zimannasîya civakî yê li şarê Sinê were lidarxistin.

Pişka Wêjeyê ya wê konfiransê jî mêhwerên lêkolîna ser folklora kurdî, nirxandina rexneyî ya lêkolînên têkildarî Rewanbêjîyê li wêjeya kurdî, bandordanîn  ûbandorwergirtina wêjeyî di navbera wêjeyên kurdî û farisî da, hilkolandina rexneyî ya berhemên bijartî yên ser zimanê kurdî hatine wergerandin û bilekis û istaylnasîya wêjeya kurdî digire ber xwe.

Li gorî vê daxûyanîyê berhem û nivîsar divê heta 19`ê Nîsanê bên şandinê û di 11`ê Hezîranê da jî yê lîsteya berhemên bijartî were ragihandin.

Şayanî gotinê ye ku nivîarên bijartî yê li Lêkolînnama taybet a Wêjeya Kurdî ya Navenda Lêkolînan a Kurdistannasîyê werin çapkirinê.