•  Hettrîka qehremaniya tekvandoya Îranê li pêşbirkên artêşên cîhanê

Li dawiya 24 mîn dewra pêşbirkên artêşên cîhanê yên 2018`an , mêrên tekwandokar yên Îranê bi bidestxistina 3 medalên zêr, tûncekê karîn ku derkevin pila qehremaniya cîhanê.

Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê beşa raghandinê ya federasyona tekvandoyê, 24 mîn  dewra pêşbirkên  qehremaniya artêşên cîhanê yên 2018`an  di 8 kêşan û li du koma mêran û jinan bi beşdariya  25 welatan ji roja pêncşemiyê  bi mazûvaniya  Riyo Dojanîro ya Birazîlê destpê bû û vê sibê bi dawî bû.

Mêrên tekwandokar ên Îranê bi bidestxistina  3 medalên zêr û medaleke  tûncê karîn ku  bo cara sisyan li dû hev bibin qehremanê vê dewra pêşbirkan.

  Tîma Rûsiyê bi du medalên zêr, zîvekê û sê tûncan bû qehremanê dudiyan. Tîma  Çînê bi medaleke  zêrê, 3 zîvan û tûncekê derket pila sisyan û Merakiş bi zêrekê û tûncekê derket pila çaran.

 

Dec 03, 2018 18:00 Asia/Tehran