•  Raghandina bernama pêşbirkên fûtbola heft kesî ya Asiya-Oqyanûsiyê

Bernama pêşbirkên Îran û tîmên din ên beşdar li pêşbirkên fûtbola heft kesî ya Asiya û Oqyanûsiyê ku biryar e bi mazûvaniya Kîşê were lidarxistin, hat raghandin.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê federasiyona  werzişên  canbaz û kêmendaman, pêşbirkên  fûtbola 7 kes ya qehremaniya Asiya û Oqyanûsiyê sê heya  8 heştê Azermahê bi mazûvaniya  Îranê li girava Kîşê tê lidarxistin.

 Xêncî Îranê, tîmên  Awistralya, Koreya başûrî, Tayland û Urdinê jî beşdarên din ên vê pêşbirkê ne.

 Beriya destpêbûna fermî ya van pêşbirkan, polbendiya  tîmên beşdar tê lidarxistin, pişt re ev pêşbirk bi awayekî fermî ji 3 Azermahê destpê dibe.

 Li dawiya pêşbirkên fûtbola 7 kesî ya qehremaniya Asiya û Oqyanûsiyê, tîma  qehreman para pêşbirkên  cîhanî yên  2019`an  bi dest dixe.

 

Nov 04, 2018 17:55 Asia/Tehran