• Werzişkara îranî bû qaremana Pêşbirkên Par-Asya 2018- Endonêzîyê

Sarê Cewanmerdî werzişkara îranî ya çiqa gulleavêtinê îro di dewama Pêşbirkên Par-Asya 2018-Endonêzîyê de duyemîn mîdala Zêr di çiqa Demançê de de bi dest xist û bû qaremana Asyayê.

Sarê Cewanmerdî werzişkara îranî ku duh di çiqa Demançe-50 mêtirê de mîdala Zêr bi dest xistibû, îro di encama rikeberîya li hemberî reqîbên ji Iraq, Taylend, Koreya Başûr û Çînê de bû qaremana Asyayê.

Wê bi bidestxistina duyemîn mîdala Zêr di van pêşbirkana de û li gorî guherîna qanûnan, rêkora fînalê ya Asyayê ser navê xwe tomar kir.

Sarê Cewanmerdîyê vê dawîyê di Pêşbirkên Qaremanîya Cîhanê de bi saya bidestxistina mîdala Zêr, yekem pişka Pêşbirkên Par-Olempîca 2020 Tokyoyê bidest xistibû. 

Sêyemîn dewra Pêşbirkên Par-Asya-2018`ê ji 6`ê Cotmehê ve bi pişkdarîya 2 hezar û 880 werzişkarên ji 41 welatên cîhanê di 18 çiqên werzişê de bi mazûvanîya şarê Cakarta paytexta Endonêzîyê dest bûne û dê heta 13`ê Cotmehê bidome.

Komara Islamî ya Îranê bi 209 werzişkarî di 13 çiqên werzişê di sêyemîn dewra Pêşbirkên Par-Asya-2018`ê pişkdar bûye.

Oct 09, 2018 17:28 Asia/Tehran