•  Tekwandoya grendpirî: Muhemedî dorande Koreyê û wêde çû/Dawiya karê Îranê bi du zîv û tûncan

Dosiya tîma şeş kesî ya Îranê li duwemîn qonaxa pêşbirkên Grendpirî yên sala 2018`an bi du zîv û tûncekê li Moskowayê hat girêdan.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, vê dewra pêşbirkan îniyê 19 Murdadê bi beşdariya 256 têkwandokaran ji 58  welatan  bi mazûvaniya  Rûsiyê destpê bû û tîma  Îranê bi 6 tekwandokaran beşdariya van pêşbirkan kiribû û bi du zîv û tûncan karê xwe bi dawî anî.

 Ehmed Muhemedî, dawîn nûnerê Îranê bû ku vê sibê li wezna  bin 87 kgê destpêka Hernandzê ji Domenkînê 10-9 işkest da û di dewamê de 23-17 encam spart destê Hûn Kîm ji Koreya  başûrî û wêde çû.

 Ji bo tîma Îranê li vê dewra pêşbirkan, Armîn  Hadîpûr, medaleke  zîvê û Ebulfezl Yeqûbî jî medaleke  tûncê bi dest xistin. Sirûş Ehmedî, Muhemed Kazimî, Secad Merdanî û Ehmed Muhemedî jî ji dora pêşbirkan hatin wêdebirin.

 

 

Aug 12, 2018 18:40 Asia/Tehran