•  Firişte Kerîmî, bû lîstikvana herî li pêş a fûtsala Asiyayê

Firişte Kerîmî lîstikvana tîma netweyî ya fûtsala jinan a Îranê wek lîstikvanê herî bi nirx êpêşbirjkên qehremaniya Fûtsala Asiyayê hat bijartin.

 Nalpra konfederasyona  fûtbola Asiyayê, AFCê roja şemiyê li gotûbêja  bi Firişte Kerîmî, lîstikvana  tîma neteweyî ya Îranê piştî qehremaniya Îranê li pêşbirkên  qehremaniya Fûtsala Asiyayê nivîsî: Firişte Kerîmî bi lêxitina  5 golan bû yek ji baştirîn  û bibandortirîn lîstikvana  tîma neteweyî ya fûtsala  Îranê li vê dewra pêşbirkan  û roleke giring li qehremniya Îranê hebû.

  Her wiha Sara Şîrbêygî lîstikvana  tîma neteweyî ya fûtsala jinan a Îranê   li hember Japonyayê 9 gol lêxistin û wek xatûna gola fûtsala Asiyayê hat bijartin.

  Eva li halekê ye ku Fatime  Îtidadî û Ana Amîşîro ji Japonyayê jî her yekê 9 golên  pêşbirkên  qehremaniya Asiyayê lêxistibûn lê Sara Şîrbêygî li van pêşbirkan,  3 pas gol zêdetir ji lîstikvanên din dabû.

 Tîma neteweyî ya fûtsala jinan a Îranê li pêşbirka  faynalê a pêşbirkên  qhremaniya Fûtsala jinan a Asiyayê   5-2 Japonya  işkest da û cardin li Asiyayê bû qehreman.

 

 

Gulan 13, 2018 09:01 Asia/Tehran