• Bijartiyên dewra 36-an a festîvala fîlma fecrê hatine destnîşankirin

Dewra 36-an a fîlma fecrê şeva bihurî kuta bû û kesên bijartî jî hatine destnîşan kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Rêûresma kutahiya dewra 36-an a festîvala fîlma fecrê yekşemêşev li borca Mîlada Têhranê birê ket û kesên bijartî jî hatine diyarkirin.

Gor dengê taxima daweran taxima daweran sîmira bilorîn a mukemil dane Seher Duletşahî ji bo ekteriya di fîlmên Çarriya Istanbûlê û Ereqa sar.

Sîmorê bilorîn a rola mukemil jî dane Cemşîd Haşimpûr ji bo fîlma Darkûb.

Sara Behramî jî sîmira bilorîn a ektera herî baş ji bo lîstika di fîlma Darkûb vergirt.

Emîr Cedîdî jî bûye ekterê herî başe festîvala fîlma fecrê û sîmirê bilorîn ji bo fîlma Bozaqa Ebûqurêyîb û Areqa sar vergirt.

Derhênerên herî baş ku xelata sîmira bilorîn vergirtin jî Îbrahîm Hatemîkiya ji bo fîlma Bi wexta Şîvê û Behram Tevekulî ji bo fîlma Bozaqa Ebûqurêyîb bû.

Fîlma bi wexta Şîvê herwisa xelata mosîqaya herî baş vergirt.

 

Feb 12, 2018 13:46 Asia/Tehran