• Tîma Îranê bû qaremana fûtsala Kûpa Gelên Asyayê

Tîma futsala (futbola nav salonî) Komara Islamî ya Îranê karî ji tîma Japonê bibe û bibe qaremana Kûpa Gelên Asyayê.

Tîma futsala Komara Islamî ya Îranê îro li pêşbirka fînalê ya Kûpa Gelên Asyayê li Tayvanê, 4-0 ji tîma Japonê bir.

Tîma futsala Îranê bilî vê dewrê li 14 dewrên buhurî jî 11 caran bûye qareman.

Tîma Japonê jî heta niha 2 caran bûye qaremana pêşbirkên Kûpa Gelên Asyayê.

Berî pêşbirka fînalê ya Kûpa Gelên Asyayê, tîma futsala Uzbekistanê li pêşbirêka rêzebendîyê karî ji tîma Iraqê bibe û li rêza sêyem a Asyayê cî bigire.

Feb 11, 2018 18:39 Asia/Tehran