• Tîma Volîbola Îranê ji tîma Amerîkayê bir

Tîma Volîbola Îranê îro li duyemîn pêşbirka xwe di çaçrova Kûpa Qaremanên Mezin de, li pêşbirkeke hêjayî pesindayînê li hemberî tîma Amerîkayê karekî mezin kir û 3-2 ji vê tîma bihêz bir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, tîma netewî ya Volîbola Îranê bi rahênerîya Îgor Kolakovîç di gêymên yekem û duyem de 20-25 û 25-17 derdan tîma Amerîkayê lê li dewama pêşbirkê di gêymên sêyem û çarem de 27-25 û 25-21 ji tîma Amerîkayê birin û encam kirin beranber.

Tîma Îranê li gêyma pêncem a çarenûsê 15-12 ji tîma Amerîkayê bir û bi 4 poenan li nav 6 tîmên pişkdar bû tîma yekem a roja duyem a pêşbirkan.

Berî vê lîstikê, tîma Birêzîlê 2-3 derda tîma Îtaliyayê, Îtaliyaya ku li pêşbirka yekem li vê kûpê derdabû Îranê.

Li pêşbirka dawîn a îro yê tîma Japonê mazûvana pêşbirkan derkeve pêşberî tîma Fransayê. Tîmên Fransa û Japonê li pêşbirkên vê dewrê tu poenek bi dest nexistine.

Sep 13, 2017 17:05 Asia/Tehran