• Tîma fûtbala xwendekarên Îranê gihêşte qunaxa pêş fînala qehremaniya Asiyayê

Tîmên fûtbala xwendekarên Îranê û Endûniziyayê gihêştine qunaxa pêş fînala dewra 45-an a pêşbirkêya qehremaniya Asiyayê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Tîmên fûtbala xwendekarên Îranê li dewra 45 an qehremaniya Asiyayê ku li Şîrazê birê ket, li hemberî Çînê pê netîca 1-0 serket û gihêşte qunaxa pêş fînalê.

Tîma fûtbala xwendekarên Îranê pê işkesta Çînê ji grûpa dudyan gihêşte qunaxa pêş fînala vê pêşbirkêya asiyayî.

îro sêşemê tîma fûtbala xwendekarên Îranê bona ku ji vê grûpê wekî tîma ewilê bigehêje fînalê, pêwîste tev Serîlankayê here meydanê.

Li pêşbirkêya fûtbala xwendekarên Asiyayê ku li Şîrazê li halê birê ketinê ye 270 fûtbalîst li 9 tîman ji parzemîna Asiyayê hizûra wan heye.

 

Sep 12, 2017 09:39 Asia/Tehran