Îlon 19, 2020 16:22 Asia/Tehran
  • Raporek derbarê helwêstên Rûsya û Tirkiyê derbarê dest danîna Amerîkayê ser nefta Sûriyê

Rûsya rêkeftina petrolê ya Amerîka û Rêveberiya Xweser a ragihandî li bakur û rojhilatê Sûriyê wek binpêkirina qanûnên navdewletî bi nav dike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvînekê de li gel ajansa Sputnîk a nêzîk li hikûmetê behsa rêkeftina petrolê ya di navbera Rêveberiya Xweser û kompaniyeke Amerîkayê kir.

Sergey Lavrov di vê derbarê de amaje bi wê kir, “Van dawiyan me çend daxuyanî dîtin ku ji aliyê grûpeke Amerîka ya ne rewa ve li bakurê rojhilatê Sûriyê hatin dayîn û behsa îmzekirna rêkeftineke taybet bi derxistina petrolê li xaka serweriya Sûriyê dikin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, “Ew rêkeftin ne yasayî ye û binpêkirineke zelal û aşkere ya yasayên navdewletî ye.”

Rêveberiya Xweser a ragihandî li bakur û rojhilatê Sûriyê Tîrmeha îsal li gel Kompaniya Delta Crescent Energy ya Amerîkî di warê petrolê de rêkeftinek îmze kir û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.

Li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku ew bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê îmze bûye.

Di wê hevpeyvînê de Lavrov derbarê peywendiyên Amerîka û Kurdan de dibêje, “kiryarên Washingtonê li navçeya rojhilatê çemê Firatê, alozî û tevlîheviyên zêdetir di pirsa Kurdan a li wê navçeyê dirust dike. Rewş li navçeya rojhilatê çemê Firayê cihê nîgeraniya Rûsyayê ye.”

Rûsya hebûna Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wek ne rewa pênase dike û Lavrov jî di nûtirîn helwestê de got, “Bicihkirina hêzên Amerîkî li wan navîeyan ti rewatiyek nîne û daxwaz cudabûn û serbixwebûnê ya Kurdlên navçeyê zêdetir dike.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Amerîka bi rêgirîkirina destpêkirina diyalogekê di navbera Kurdan û rejîma Sûriyê de tohmetbar kir û got, “Amerîkî li aliyekî Kurdan han didin li dijî hikûmeta Sûriyê rawestin û li aliyê din rêgirî li hêviya siruştî ya Kurdan dikin ji bo destpêkirina gotûbêjan li gel hikûmeta Sûriyê.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê di meha Tebaxê de bi rêya daxuyaniyekê helwesta xwe li hemberî peymana petrolê ya Amerîka û Rêveberiya Xweser aşkere kiribû û gotibû, îmzekirin û piştevanîkirina ji rêkeftina petrolê ya di navbera kompanyayeke Amerîkî û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) cihê qebûlkirinê nîne.

Tirkiyê di wê daxuyaniyê de rexne li Koşka Spî girtibû û îddîa kiribû ti hesabek ji yasayên navdewletî re nehatiye kirin û ew rêkeftin zirarê digihîne yekpariya axa Sûriyê û serweriya wî welatî û dibe piştgiriyek ji bo terorê.

Senatorê Komariyan Lindsey Graham ku nêzik e li Donald Trump, roja 29ê meha derbasbûyî li ser vê mijarê li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî axivî.

Mezlûm Kobanî wirdekariyên (hûrgiliyên) wê rêkeftinê ji Graham re ragihand û daxwaz jê kir ku Serokê Amerîkayê ji wan wirdekariyan agahdar bike.

Senatorê Komariyan Lindsey Graham gotibû “Ez li gel general Mazlûm Kobanî axivîm, diyar e wan lihevkirinek ligel kompaniyayeke Amerîkî îmze kiriye ji bo pêşxistina bîrên petrolê li Bakurê rojhilatê Sûriyê.”

Lindsey Graham amaje bi wê jî kiribû, “ev ji bo alîkariya her kesê li bakurê rojhilatê Sûriyê rêyeke baş dibe.”

Ev yek roja 30 meha derbasbûyî jî li Kongiresa Amerîkayê hat gotûbêjkirin û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li pêşiya Komîteya Peywendiyên Derve ya Meclisa Sena axivî.

Pompeo jî diyar kir ku ew piştevaniya wê rêkevtinê dikin û got: “Ji bo îmzekirina rêkevtinê me hêviya demeke zêdetir dikir,  lê niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye û dibe ku gelekî baş be.”

Amerîka ne tenê piştîvaniya rêkeftinê di navbera kompaniyayê û Rêveberiya Xweser de dike, di heman demê de bi xwe jî hinek pêngavan diavêje, ji wan jî peydakirina du parzûngehan bo Rêveberiya Xweser.

Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011ê de, hikûmeta Sûriyê nêzîkî 380 hezar bermîl petrol rojane berhem dianî. Beşê herî zêde ya petrola Sûriyê ji navçeya Rimêlanê li deverên kurdî û Dêrezorê ye, ku niha di bin destê Rêveberiya Xweser de ye.

Berpirsên Amerîkayê jî çend caran ragihandine, artêşa welatê wan nêzîkî kêlgehên petrolê yên li navçeyên li bin desthilata Rêveberiya Xweser de dibin û rê nadin ku bîrên petrolê bikevin destê DAIŞê yan hikûmeta Sûriyê an jî hêzeke din.

Serepeyv