Tîrmeh 02, 2020 23:13 Asia/Tehran
  • Dijberiyên kûr di navbera Fransa û Tirkiyê wek du endamên NATOyê

Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê di kombûna wezîrên berevaniyê yên NATOyê reftarên Tirkiyê şermezar kirin û tekez kir ku nabe Tirkiye radarên serbazî yên NATOyê ji bo operasyonên li derveyî NATOyê bikar bîne.

Piştî civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê, Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê, ragihand ku NATO lêkolînê li ser bangên Fransayê dike ku keştiyeke Tirkiyê bersiva peywendiyeke welatekî endam nedaye derbarê pişkinîna keştiyekê li Deryay Naverast (Sipî), di demekê de ku di bûyereke hevşêwe her vê mehê, Parîsê ragihandibû çek ji Tirkiyê bi qaçaxî bo Lîbyayê tên şandin.

Roja Çarşemê Fransayê ew reftara Tirkiyê ya li dijî keştiyeke Fransayê şermezar kir û weke “reftareke provatatîv” pênase kir. Wezareta Artêşa Fransayê ragihand, keştiya wan sê caran rûbirûyê "tengezar û ronahiya radarê" bûne ji aliyê belemên Tirkiyê ve ku parêzvanî li wê keştiya barhilgir kirine.

Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, di dema kombûnê de hejmarek ji endamên hevpeymaniyê behsa wê bûyerê kirine ku li Deryaya Naverast çê bûye. Ew peyam jî wekiland desthilata serbazî ya NATO lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike bo ku bi temamî zelal bibe û herwiha tekezî li ser wê jî kir ku NATO piştevaniyê li cîbicîkirina biryarên Netewên Yekgirtî (NY) dike ku şandina çekan bo nav Lîbyayê qedexe kiriye û piştevaniyê Ii hewlên NYê dike ji bo çareserkirina nakokiyan.

Florênis Parlî, Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê di kombûna wezîrên berevaniyê yên NATOyê de behsa bûyerê kir, di demekê de herdu alî hev tohmetbar dikin bi piştevaniya aliyekê li Lîbyayê.

Parîsê çendîn car Tirkiye tawanbar kiriye ku qedexeya Netewên Yekgirtî ya ji bo rêgirtina li veguhastina çekan bo Lîbyayê binpê dike. Ji aliyê xwe ve jî Tirkiye, wan tawanbariyan red dike û îddîa dike ku bûyereke bi wî rengî ku Fransa behs dike çê nebûye.

Florênis Parlî jî dibêje, keştiya cengî ya Tirkiyê roja 10ê Hezîranê, sê caran tîşkî radaran arasteyî keştiya cengî ya Fransayê kiriye li rojhilatê Deryaya Naverast û ew keştî di erk de bûye bo ku lêkolînê bike ka keştiyên Tirkiyê çek vediguhêzin bo Lîbyayê.

Parlî herwiha diyar dike, keştiya Tirkiyê amêra bêtêl girtiye û amade nebûye hejmara pênaseya xwe bide û xwe aşkere bike û serbazên Tirkiyê jî êlegên xwepareziyê li ber bûn û li pişt çekên xwe yên sivîk rawestiyabûn di dema çêbûna bûyerê de.

Wezîrê Fransî dibêje, nabe nermî li beramber wan reftaran bê nîşandan û pêwîst e ew bûyera metirsîdar bi şêweyekî taybet miamele lê bikin û hevpeymanên wan jî di wê tirsa wan de beşdar in.

Parlî di maweyê 2 roj ên wê civîna wezîrên berevaniyê yên welatên NATOyê de, du caran reftarên Tirkiyê şermezar kirin û amaje bi wê kir, piştevaniya 8 welatan heye bo ku lêkolîn li ser vê bûyerê bê kirin û herwiha daxwaz jî kir ku Tirkiye radarên serbazî yên NATOyê ji bo operasyonên li derveyî NATOyê bikar neyîne.

Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî red dike ku Tirkiyê ti pirsgirêkek bo keştiya Fransî çê kiribe û wê weke zanyariyeke nerast pênase dike.

Roja Çarşemê jî berpirsekî Tirkiyê ew tohmet red kirin û îddîa kir, hêzên Fransayê hewl dane pişkinînê li ser wê keştiya Tirkiyê bikin di avên navdewletî de û ev jî ne karekî rêpêdayî nîne.

Li ser nakokiyên li gel Tirkiyê derbarê destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê û herwiha lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li Deryaya Naverast, Fransa daxwaza kombûna Yekîtiya Ewropayê dike ji bo gotûbêjkirina cezakirina Tirkiyê.

Jean-Yves Le Drian, Wezîrê Derve yê Fransayê di rûniştineke parlemana wî welatî de ragihand, roja 13ê Tîrmehê wezîrên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dê bicivin û di civînê de dê behsa pirsa Tirkiyê bikin û diyar kir ku dibe welatên endam sizayên din bi ser Tirkiyê de bisepînin.

Derbarê destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê û herwiha lêgerînên ji bo dîtina çavkaniyên enerjiyê li Deryaya Naverast maweyeke nanokiyên kûr di navbera Tirkiye û Fransayê de çê bûne.

Dawiya meha derbasbûyî, Emmanuel Macron Serokomarê Fransayê di konferanseke rojnamevanî de li gel WSeroa wezîran a Almanyayê derbarê destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê ragihand, “welatê ku destwerdanê di karûbarên Lîbyayê dike Tirkiye ye, herwiha li gor min nihe Tirkiye rêzê li ti yek ji biryarên ku di Konferansa Berlînê de hatine dayîn, nagire.”

Serokomarê Fransayê herwiha got: “Niha Tirkiye bi şêweyekî berfireh şerkerên cîhadî ji Sûriyê dibe Lîbyayê, ev jî berpirsyariya cîhadî (tundrew) û herwiha tawankariye bo welatekî ku jê re tê gotin endama NATOyê.”

Serokê Fransayê roja 22ê Hezîrana îsal jî di konferanseke rojnamevanî ya li gel hevtayê xwe Tunisî de li Parîsê gotibû, Tirkiye li Lîbyayê lîstikekî metirsîdar dike û diyar kir, wî ew yek ji Recep Tayyip Erdogan ê serokê Tirkiyê re gotiye.

Gotinên Macron ên derbarê destwerdana Tirkiyê di rewşa Lîbyayê de, di demekê de ne, ku meha 11 a sala 2019, Tirkiyê û hikûmeta li Trablusê ya bi serokatiya Fayiz Serrac rêkevtineke siyasî, serbazî û aborî îmze kirin.

Rêkevtina navbera herdu aliyan bû sedema nerazîbûna gelek welatên Ewropayê û hejmarek welatên Rojhilata Navîn.

Fransa herwiha Tirkiyê bi binpêkirina dorpêça çekan a li ser Lîbyayê tometbar dike, ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve li ser wî welatî hatiye sepandin.

Ji meha Çileya îsal ve li Berlîn a paytexta Almanyayê ve bi destpêşxeriya Angela Merkel, konferanseke taybet bi Lîbyayê hat lidarxistin ku armanc ji konferansê, destpêkirina qonaxa siyasî li Lîbyayê û gihîştina bi agirbestekê li wî welatî bû.

Piştî rûxana rejîma Muemer Qezafî di sala 2011an de, Lîbya bi ser du hikûmetan de dabeş bûye, hikûmet li rojavayê welat bi paytextiya Trablusê ku Tirkiye piştgiriya wê dike û Netewên Yekgirtî jî wê hikûmetê bi fermî nas dike û hikûmetek jî li rojhilatê wî welatî bi paytextiya bajarê Binxazî ku general Xelîfe Hefter serokatiya wê dike.