Fermana avakirina hêza hewayî ya Heşda Şebî
Ebû Mehdî Elê-Muhendis, alîkarê Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê, roja pêncşemiyê li bara avakirina hêza hewayî li vê rêxistinê agahî da.
Biryara alîkarê serokê êxistina Heşda Şebiya Iraqê ji çend babetan ve tê şirovekirin.
Babeta ewil eva ye ku ev kiryara li gor fermana hikûmetê ya hejmara 79`an li sala 2014`an cih hat û kiryareke qanûnî tê hesabê û bingeha wê ya qanûnî heye.
Babeta dudyan jî eva ye ku ev kiryara li halekê cih hat ku dijberên Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê pêştir qala têkbirina wê dikirin.
Adil Ebdolmehdî serokwezîrê Iraqê dawiya Hezîrana buhurî li fermaneke deh xalî raghand ku Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê tevlî hêzên çekdar ên Iraqê bûne û piştî vê fermandê, dijberan îdia kiribûn ku Ebdulmehdî, mesela hilweşnadina Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê dişopîne. Niha damezrandina hêza hewayî ya Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê ku li gor gotina Ebû Mehdî El-Muhenidis, serokwezîrê Iraqê fermana vê kiryarê û desthilatên tam bo Heşda Şebî daye û li vê barê berjewendiyên giştî berçav girtine, diselmîne Adil Ebdulmehdî û dewleta Iraqê bi dû têkbirina Heşda Şebî nebûne.
Babeta sisyan jî eva ye ku fermana avakirina hêza hewayî ya Heşda Şebî, bona berevaniyê ye. Ev pêngava piştî wê tê hilanîn ku Balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî vê dawiyê çend caran meqer û cebilêxanên Heşda Şebî li navçên curbicur ên Iraqê bombebaran kirin.
Kerîm Elawî, endamê komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê li vê barê teqez kir ku li gor encamên lêkolînan, balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî li pişt bombebarana hewayî ya meqerên Heşda Şebî li çend parêzêgehên Iraqê de ne.
Ev êrişên Rejîma Siyonîstî ser Heşda Şebî ji alîyekê va tê wateya derbeya li hakimiyet, ewlehî û aramî û yekperçetiya erdê Iraqê û ji aliyê din ve jî selmand ku girêdayîbûna bi Emerîkayê bo dabînkirina ewlehiya hewayî ya Iraqê ne tenê ewlehiyê bo vî welatî pêk nayne belkî di demên pêdivî de ewlehiya wê jî distîne.
Li ser vê esasê, hin kesayetî û komên iraqî zextê tînin ser dewleta Iraqê ku tevî îbtalkirina hevhatina ewlehiyê bi Emerîkayê re , li dû xurtkirina sîstema berevaniya vî welatî bin.
Di hemen çarçoveyê de, Ebulemîr El- meyahî, nunerê hevalbendiya Fathê li parlemana Iraqê teqez kir ku dewleta Iraqê divê bona rawestana li hember her cure destdirêjiya biyaniyan û qebûlnekirina zext û zorên emerîkî- siyonîstî li dijî Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê, sîstema berevaniya hewayî ya bi pergal bike.
Vêca ji ber vê rewşê dikarin bibêjin k reftarên destdirêjkirane yên Îsraîlê û piştgiriya Emerîkayê ji van destdirêjiyan hegera sereke ya fermana alîkarê Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê bo avakirina hêza hewayî ya vê rêxistinê tê hesabê.
Xala dawiyê jî eva ye ku damezandina hêza hewayî ya Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê vê peyama giring û stratejîk radighîne ku dê xewna Waşengton Teavîvê û hin welatên erebî bona têkbirina Heşda Şebî ji riya zexta ser dewleta Iraqê dê ne tenê cih neyê belkî Rêxistina Heşda Şebiya Iraqê wek beşek ji hêzên çekdar ên fermiye Iraqê li riya xurtbûnê, pêngavan radike û li benda dabînkirina ewlehiya vî welatî ji aliyê Emerîkayê va namîne.