Tebax 30, 2019 19:34 Asia/Tehran
  • Îran û Sûriye; ji şerê dijî terorîstan heta hevkariyên abûrî

Wezîrê Çêkirina Rê û bajêran ê Îranê bona şopandina hevkariyên abûrî tev Sûriyê û riyên berfirehkirina van hevkariyan seredana Şamê paytexta vî welatî kiriye.

Wezîrê Çêkirina Rê û bajêran ê Îranê Muhemed Islamî ku bona şopandina hevkariyên abûrî tev Sûriyê û riyên berfirehkirina van hevkariyan seredana Şamê paytexta vî welatî kiriye li hevdîtina tev Serokwezîrê Sûriyê Îmad Xemîs li bara berbendên ser riya rêketinnameyên abûrî yên îmzabûyî di navbera du welatan de gotûbêj kir.

Islamî roja çarşemê jî tev Muhemed Samir El-Xelîl wezîrê abûr û bazirganiya derve ya Sûriyê hevdîtin pêk anî û herwisa pişkdariya civîna oda hevpar a bazirganiya her du welatan li Şamê kir.

Îran û Sûriyê li çarçîva hevkariyên isteratijîk li babetên curbicur bi dû berfirehkirina hevkariyên du alî ne, ji ber ku îran û Sûriyê du şirîkên bawermendin ku bona berfirehkirina hevkariyên xwe yên dirêj pilanên curbicur danîne ku berfirehkirina hevkariyên abûrî yek ji van hedef û armancên dirêje her du welatane.

Her li vê barê Muhemed Samir El-Xelîl wezîrê abûr û bazirganiya derve ya Sûriyê li civîna oda bazirganiya hevpar a Têhran û Şamê got: Sûriye dixwaze ku hevkariya xwe ya tecarî-abûrî tev Îranê bo mudehekî demdirêj bidomîne.

Bê şik avedankirina kaviliyên Sûriyê yên dewrana şerê digel terorîstan ji pilanên serekeye dewlet û xelkê Sûriyê ye ta ku Sûriye carek din bigehêje dewrana pêş şerê tev terorîstan.

Roja îro gelek ji mal, rê û jêravahiyên Sûriyê û navendên xizmetgihandinê yên vî welatî li dirêjiya şerê digel terorîstan kavil bûne û dewleta Şamê bona gihêştina bi rewşa normale jiyana xelkê vî welatî gere ku avedankariya van babetan destpê bike.

Li vê navberê da welatên dostê xelkê Sûriyê yên wekî Komara islamî ya îranê dikarin alîkariyên baş bidine dewleta Şamê ta ku ev welata bikaribe ji vê qunaxê derbas bibe û bigehêje pêşketin û geşatiya abûrî.

Herwisa ku li şerê tev terorîstan Îran hertim li kêlega gel û dewleta Îranê bûye û işkest dane terorîstan niha jî li piroseya avedankirina Sûriyê Komara Islamî ya Îranê dikare wekî welatekî dost û bi bawer li kêlega xelk û dewleta Sûriyê be.

Li şerê digel terorîstên kirêgirtî li nav Sûriyê, Komara Islamî ya Îranê nexş û rolekî girîng li işkestan terorîstan hebû û alîkariyên musteşarî yên Îranê pîşiya pîlana piştevanên terorîstan girt.

Niha jî Sûriyê qunaxa şerê digel terorîstan derbas kiriye û pêwîste ku kaviliyan avedan bike û bê şik welatên dos dikarin rolekî baştir li vê barê hebin.

Hevkarî û hevrêtiya abûrî ya Îranê tev Sûriyê kêmtir ji hevkariyên musteşarî yên Têhranê û Şamê nîne û dê bibe sebeba avedaniya zûtirkê ya Sûriyê û bê şik vê yekê girîngîyeke duberanber jî heye.

Di rewşeke wiha da rola kompaniyên îranî bona avedankirina kaviliyên nav Sûriyê girîngîyeke istiratêjîk heye û dewleta Sûriyê jî ji vê yekê pêşwazî kiriye.