Tebax 09, 2019 16:26 Asia/Tehran
  • Şirove - Hevhatina Amerîka û Tirkiyê jibo damezirandina Navenda Operasiyona Hevpar li Sûriyê

Erdoxanê serokoamrê Tikriyê di civîna hevpar a medyayî digel Viladîmîr Zêlênskî (Volodymyr Zelensky) hevtayê xwe yê Ukraynî li Enqerê got: Desteyên Tirkiye û Amerîkayê li ser damezirandina navendeka operasiyona hevpar bi armanca hevahengiya navebra du aliyan jibo damezirandina navçeya nasyar bi Navçeya Eweleh li bakurê Sûriyê li hev kiirn.

Balyozxaneya Amerîkayê li Enqerê jî bi weşandina daxuyaniyekê destnîşan kir ku Tirkiye û Amerîkayê li ser mijarên kêşeliser di gotûbêjan da jibo pêkanîna Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê li hev hatine.

Derbarê vê kiryara Tirkiyê divê em bêjin ku Tirkiyê ji destpêka qeyrana Sûriyê va bakurê vî welatî û welatiyên Kuird ên Sûriyê hertim wek gefek nirxnadiye. Tirkiye li ser vê bawerê ye ku hêzên Kurd ên Sûrî tu ciyawaziyek digel hêzên PKKê tunene û çekên ku Amerîkayê di salên dawî da jibo wan şandine, di dawî da dê li dijî Tirkiyê werin bikaranîn.

Kolîn P. Lark karzanê mijarên Rojhilata Navînê dinivîse ku: "Bakurê Sûriyê bûye dilgiraniyeke mezin jibo Tirkiyê û piştgiriya Amerîkayê ji komên çekdar ên Kurd berbendek li dijî kiryarên Tirkiyê ye."

Berbenda ku Tirkiye li dû ye wê ji ser riya xwe rabike û wer xuya dike bi kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê ya jibo damezirandina odeyeka hevpar a oprasiyonê vê yekê serê xwe giritye. Ev yek di rewşekê da ku dewleta Amerîkayê bi xwe  wek hêzeke dagirker û bêyî hevhatina digel dewleta Sûriyê li nav axa vî welatî ye û biryara du welatên Tirkiye û Amerîkayê jibo êrîşa li ser rojhilata Çemê Firatê binpêkirina qanûnên navneteweyî û hakimiyeta welatê Sûriyê ye.

Di rewşeka wiha da dewleta Sûriyê û hevpeymanên wê mafê xwe hene ku jibo piştgiriya ji welatiyên sûrî bertekeka ciddî li dijî vê kiryara Tirkiye û Amerîkayê pêk bînin. Wisa ku Wezareta karên derve ya Sûriyê wek berteka li hemberî hevhatina Amerîka û Tirkiyê li bara bakurê vî welatî destnîşan kir: Ev lihevkirin destdirêjiyeka aşkira li ser yekparçetiya axa Sûriyê û binpêkirina aşkira ya xal û bingehên navneteweyî û rêzikanmeya NY ye.