Tebax 02, 2019 18:33 Asia/Tehran
  • Boykotkirina Zerîf; nîşana asêbûna Amerîkayê himberî iqtidara dîplomatîk a Îranê

Dewleta Trump di çarçova sîyaseta ``zexta herîzêde`` da sepandina boykotên yekalî û gellekî berfire dijî Îranê girtîye ber xwe. Lê dewleta Trump tê nabe û vê carê jî bala xwe daye ser boykotkirina kes û rayedaran.

Di vê çarçovê de Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê duh 1`ê Tebaxê navê Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf xist lîsteya kesên boykotkirî. Di daxûyanîya Nivîsgeha Çavêdîrya Ser Darayîyên Derve yên Xizînedarîya Amerîkayê de, ``peyrewîya rasterast an nerasterast a Zerîf ji rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî`` wekî hegera boykotkirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê hatîye ragihandin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî wekî berteka himberî kiryara Amerîkayê ya xistina navê wî di lîsteya bokotan de, li Twitterê nivîsî: ``Ez gellek sipasîya we dikim ku hûn min wekî gefeke mezin ser rêya armanc û planên xwe dizanin. Gelo ev rastîya ku ``ez berdevkê sereke yê dewleta Îranê me`` ma ewqasî biêş û giran e? Boykota Amerîkayê hîç bandorekê li min û malbata min nake, ji ber ku min hiç darayî yan berjewendîyek li derveyî Îranê tineye. Ez ser wê bawerê me ku Amerîkayê tenê û ligorî ihtimalê jibo bisînorkirina şîyanên min ên di warê têkilîyê de navê min xist lîsteya boykotan de. ``

Ev kiryara Waşîngtonê tam berovajî qanûnên navnetewî û urfa dîplomatîk e. Dewleta Amerîkayê bi guman û xeyala xwe bi boykotkirina Zerîf bi dû hindê ye ku pêşîya seredan û rawêjkarîyên rayedarên pillebilind ên welat û sazîyên navnetewî bigire ta ku bi vî awayî nehêle helwestên mafxwazane yên Îranê bên bihîstinê û kiryarên dijîmirovantîyê û berovajî qanûnê yên Waşîngtonê aşkira bibin.

Eva di halekî da ye ku boykotkirina Zerîf ji hêla Amerîkayê ve pêrgî bertekên nerênî bûye. Ligorî nêrîna rexnekeran, ev karê dewleta Trump nîşana asta herîjorîn a asêbûna himberî helwestên qahîm û xurt ên Têhranê ye ku tevî zext û heta lavahîyên Trump û rayedarên din ên pillebilind ên amerîkî, hazir nebûye bi Amerîkayê re muzakirê bike.

Bi dû boykotkirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji hêla Amerîkayê ve, Ajansa Nûçan a Reutersê ji zarê rayedarekî amerîkî ku navê wî/ê aşkira nekirîye, nivîsî: Trump xwazyarê muzakireya digel Îranê bûye`` lê dewleta wî `` dixwaze alîyê wê biryarderekî rastî be ku Zerîf ne ew kesa ye.`` Ev helwesta vî rayedarê amerîkî bûye sedema matmayîbûna çavdêr û şirovekaran.

Rawêjkarê berê yê yê navnetewî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Robert Hanter amajeyî idiaya rayedarên Amerîkayê ku gotine Zerîf ne kesê ``biryarder`` e kir û got: Heke ligorî nêrîna dewleta Trump bi rastî Zerîf kesekî bêdesthilat e û ne nunerê hêza sereke li Îranê, çima ew boykot kirîye? Eva karekî bê wate ye. Di rastîyê de boykotkirina Zerîf ji hêla Waşîngtonê ve tam bi vê hegerê bûye ku rayedarên amerîkî haya wan baş ji şîyana wî jibo têkilîya digel welatan û gotina helwestên mafxwazane yên Îranê li civatên navnetewî hebûye û bi gumana xwe hewil dane ku bi boykotkirina Zerîf, şîyana wî di vî warî de gellekî kêm bikin.

Di eynî halî de hin sîyasetvanên amerîkî jî guman dikin ku boykotkirina Zerîf bi wateya lawazkirina dîplomasîyê û ihtimala muzakira digel Îranê ye. Rayedara berê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Wendy Sherman`ê li Twitterê amajeyî idiaya

Trump a derbarê muzakireya bêyî pêşmerc kir û nivîsî ku biryara dewleta wî ya boykotkirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf tu alîkarîyekê nade dîplomasîyê. Herwiha hin rayedarên berê yên amerîkî, boykotkirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê kiryarek bi dûhatên bitehluke zanîne.

Hevdengkerê berê yê Cihanîna Rêketinama Atomî ya Digel Îranê ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Cart Bilenk tevî ku hin rayedarên dewleta Trump ji ber boykotkirina Zerîf dan ber rexneyan, ew ``ehmeq``, ``derewker`` û `bitehluke`` bi nav kirin.

Bi vî awayî wer xûya dike dewleta Trump bi boykotkirina Trump karekî neberaqil kirîye ku mirov dikare wî karî nîşana asta herîbilind a lawazbûna Amerîkayê himberî berxwedana dîrokî ya Îranê himberî sîyaseta zorbêjane ya Waşîngtonê bi nav bike.