Civîna Werşoyê, Hewldana bêencam a Waşengtonê li dijî Îranê
Amerîka li gor nihêrîna xwe ya derbarê Rojhilata Navîn de civîneke durojî bi navê ``aşitî û ewlehî li Rojhilata Navînê`` ji îro çarşemî 13 Sibatê ve li Werşoya paytexta Polandê li dar dixe. Waşengton îdia dike ku heftê welat vexwendine ku beşdarê vê civînê bibin.
Tevî Îdiaya Emerîkayê li bara beşdariya wezîrên karên derve yên bi dehan welatan li civîna Verşoyê, piraniya dewletan ragahndine ku dê beşdarê vê civînê nebin. Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê li destpêka raghandina lidarxistian vê civînê, armanca lidarxistian wê, qaşo jordebirina aramî û ewlehiya û azadiya li Rojhilata Navîn û rawestana li ber bandora navçeyî ya Îranê dabû zanîn.
Pompêo gotibû: Ev civîna dê pirtir bala xwe bide Îranê . Emerîkî fikri dikin li vê civînê dê bikaribin bi komkirina hin welatan, curek hevhatina navneteweyî li dijî Îranê pêk bînin. Armanca sereke ya Emerîkayê eva ye ku vê civînê li dijî rola Îranê li navçê rakin.
Lê, berteka sar a welatên endamê koma 4+1`ê li hember vê civînê nîşan dide ku Waşengton bona gihêştina bi vê armancê, rastî gelek berbendan hatiye. Rûsiye wek welatekî bi bandor li pêvajoyên Rojhilata Navîn eşkere dijberiya xwe li hember vê civînê raghandiye û wê weke pêngavekê bona işkestdayîna hevhatina navokî daye zanîn.
Welatên mezin ên ewrûpî jî li asteke nişîvtir ji wezîrê karên derve beşdarê vê civînê dibin.
Hayko Mas wezîrê karên derve yê Almanyayê raghandiye ku dê beşdarê civîna li dijî îranî ya Verşoyê nebe û yek ji rayedarên vê wezaretxaneyê dê beşdarê vê konferansê bibe. Pêtir jî hin raydarên ewrûpî ji wan Federîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê raghandin ku dê beşdarê vê civînê nebin.
Beşdarnebûna hin welatên ewrûpî li asta wezîran li civîna Verşoyê, nîşana kûrtirbûna qelişta navbera Broksel û Waşengtonê ye, loma wer tê xûyanê ku ev civîna li atmosfereke sir û sar de were lidarxistin û Emerîka nekaribe armancên xwe yên li dijî Îranê bidest bixe.
Zêdebûna rexneyên ji nihêrîna li dij îranî li vê civînê bû baîs ku Wezareta karên derve ya Emerîkayê ji helwestên xwe eşkere bizvire û mijarên vê civînê biguherîne.
Li daxûyaniya vê dawiyê ya Wezareta derve ya Emerîkayê hatibû ku ev civîna li bara mijarên çendalî yanê Qeyranên navçê û bandora wê ser xelkê sivîl li navçê, berfirehkirina mûşekan û qedexetiya belavkirina wê, ewlehiya sayberî û gefên nû li pişka enerjiyê û rawestana li ber fanatîzmê be..
Analîzor ser vê bawerê ne ku Rayedarên emerîkî ji ber ku ji civîna Verşoyê pêşewazî nehatkirin, biryar dan, mijarên vê civînê biguherînin ku rîsk û xetera beşadarnebûna wezîrên karên derve yên welatên din têde pir kêm bikin.
Xala giring eva ye ku wezîrên karên derve û rayedarên welatên ku heta biryar e beşdarê vê civînê bibin, komeke ne hevdeng û bêtifaq in ku pir dûr e ku li civîna wan, armanca Emerîkayê bona pêkanîna hevhatinekê li dijî Îranê, cih were.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê midehek berî niha bi weşandina twîtekê bo Polandê û beşdarên civîna Verşoyê, diyar kir: Kesên ku li şanoya li dijî îranî ya ji aliyê Emerîkayê beşdarî kiribûn, an mirine, an bê rûmet bûne, an ketine tecrîdê û Îranê ji her wextî bihêztir e.
Bi vî awayî civîna li dijî îranî ya ya du rojî ya Verşoyê li halekê tê lidarxistin ku xêncî welatên ku gotine dê beşdarê vê civînê nebin, yanî Rûsiye, Lubnan û Iraqê, hin şik û guman li bara beşdariya hevpeymanên ewrûpî yên Waşengtonê jî tê dîtin.
Li gor Îranê, ev civîna dê tu abndorekê ser siyaset û helwestên navçeyî yên Îranê tinebe.
Serdar serleşkir Muhemed Baqirî, serokê erkantiya giştî ya Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê civîan Verşoyê bê nirx wesf kiriye û gotiye ku dê ev civîna tu bandorê ser karûbar û qaweta Îranê neke.