Sibat 08, 2019 18:21 Asia/Tehran
  •  Nihêrîna rêberiyê, 22 Behmenê, nîşana viyana gelê Îranê li dijî dijminan

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, 22 Behmenê, çil saliya Inqilaba Îslamî ji ber şerûtiya Emerîka û çêkirina qeyranan ji aliyê wê giring da zanîn û destnîşan kir: 22 Behmena îsal bi alîkariya Xwedê Teala û bisaya hokarên dîroksaz dê tam dijminşikên be.

 Hezretê ayetullah Xamineyî siba roja îniyê li hevdîtina fermande û komek ji kedkarên hêza hewayî û berevaniya hewayî ya artêşê, meşa 22 Behmenê ji meselên ecêb da zanîn û got: Cejna salane ya Inqilabê li welatên ku inqilab kirine bûye rijeya hêzên çekdar li hember çend kesan lê Îrana  serfiraz, ev 40 sal in ku gel li  seranserê  welêt derdikevin kolan û çarsiyan û ser dewama riya inqilabê teqez dikin ku ev mesela , ji muicizeyên  ecêb ê inqilabê ye û divê bi hemî qaweta xwe bidome.

 Gotinên giring ên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara 22 Behmena îsal, li 40 saliya inqilabê ji gelek  babetan ve balkêş e. Reftara dijminên Inqilaba Îslamî ji wan Emerîkayê li 40 saliya Inqilaba Îslamî, nîşana  pêla dijminatiya rejîma  Emerîkayê li hember gelê Îranê ye.

 Bi serketina Inqilaba Îslamî li sala 1979`an dewletên  curbicur li Emerîkayê heya niha bi  şiklên curbicur li dijî gel û nizama Komara Îslamî ya Îranê rabûn û ezmûna 40 salên  buhurî nîşana  dewama şîdet û dijminatiya Emerîkayê li hember Îranê ye.

 Emerîkayê ku bi serketina Inqilaba Îslamî, berjewendiyên xwe li Îranê ji dest daye, bi şêwazên  curbicur ji wan zexta siaysî, aborî, boykot, şêr, xirabkarî û piştgiriya ji liv û tevegrên terorîstî li Îranê hewl daye, pêşiya serketina  Inqilaba Îslamî bigre, lê ev liv û tevger bi beşdariya agahane yên gel li meydanên hestyar ên Inqilaba Îslamî ji wan meşa 22 Behmenê, salvegera serketina Inqilaba Îslamî işkest xwariye.

 Ji ber vê işkesta li dû hev a Emerîkayê li hember Îranê  reftara rayedarên  niha yên Emerîkayê li hember gelê Îranê reftareke  bi îhanet û bi tund û tûjî bûye. Rayedarên  emerîkî yên mîna  Donald Trump, Can Bolton û Mayk Pompêo pir hewl dan ku bi pîlan û komployan, gelê Îranê li bara inqilab û nizama Îslamî dilsar bikin.

 Ezmûna 40 salên buhurî nîşan dide ku  xwn û xeyalên emerîkiyan qet cih nehatiye û Rejîmش Amerîkayê ku sembola şîdet û şerûtiyê li cîhanê ye ,  bi bawera gelê Îranê, dijminê sereke ye û loma li hemî civînên xwe yên neteweyî û dîroksaz slogana  mirin bo Emerîkayê bi hişmendî davêjin.