Trump serokkomarê herî serneketî yê Emerîkayê li warê siyaseta derve
Donald Trump yek ji serokkomarên herî serneketî yê Emerîkayê li warê siyaseta derve hat binavkirin.
Malpera ``The American Conservative`` li raporekê bal kişand ser vê yekê ku Donald Trump tu baweriya xwe tine li peymanên çek û sîlehî yên heyî ku li çarçoveya berjewendiyên Emerîkayê ne û nivîsî: Derketina wî ji peymana hêzên navokî yên navînmenzîl bi hemen hegeran cih hat ku derketina wî ji rêketina navokî li ser vê esasê bû.
Li vê raporê hatiye destnîşankirin ku Trump ev hêza heye ku pêbendnebûna Rûsiyê ser peymana hêzên navokî yên navînmeznîl INFê bike mehna derketina ji vê peymanê. Lê Îran ev sê sal in ku ser hevhatina navokî pêbend bûye û tu mehneyek bona pînekirina derketin wî tine.
Di dewama vê raporê de hatiye derketina ji peymana INF`ê, Rûsiyê ji her cure berbenda li vî warê rizgar dike û derketian ji rêketina navokî dibe sedem pêbaweriya hevpeymanên Emerîkayê ji nav here û Waşengtonê pirtir derdixîne pêşberî welatên din û dibe baîs ku welatên din êdî baweriya xwe li Emerîkayê bona sekinîna ser hevhatinan ji dest bidin.
Li pişkek din ji vê raporê hatiye ku Trump serokkomarê herî serneketî yê Emerîkayê li warê siyaseta derve ye û hatiye teqezkirin ku Îran li halê sernixûnbûnê nîne, serpişkiyan jî nade û yeqîn venagere ser maseya muzakirê jî û serokkomarê Emerîkayê bê heger 80 milyon kes bi komê tenbê kirine. Trump 8 Gulana 2018an derketina Emerîkayê ji hevhatina navokî ya Îranê bi welatên 5+1`ê raghand. Her wiha Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê raghand ku ev welata ji 2 Sibata 2019an bo mideha 180 rojan ji peymana hêzên navokî yên navînmeznîl derdikeve.