Çile 30, 2019 21:04 Asia/Tehran
  •  Terorîst leşkirê Emerîkayê li navçê ne

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Emerîka piştî îstifda kirêt ji terorîstan, wan ji navçeyekê dişînin navçeyeke din.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya ajansa meclisê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li hevdîtina  Ebdulhemîd  Sî Efîf serokê komîsyona  karûbarên  derve yên  meclisa neteweyî ya  Cezayirê li Têhranê bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka îzna  çareserkirina  mesela terorîzmê li navçê nade û got: Terorîst navçê li gor siyasetên Waşengtonê li hev dixin û niha ew  bala xwe dane ser hin navçên  Asiya û bakurê Efrîqayê.

 Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha  bal kişand  ser berûlayên curbicure  plana  emerîkî ya ` danûstandina  mezin a sedsalê û got: Wan dil hene mesela Filistînê tenê bînin ser mesela Gazayê ku eva xeyaneteke mezin e.

  Larîcanî proja  normalkirina  peywendiyên  navbera Rejîma Îsraîlê û welatên  erebî weke lekeyeke reş bo welatên  Îslamî da zanîn û destnîşan kir: Ji ber hişyariya pêkhatî li nav gelên  Îslamî,  ew li vê barê dê bi ser nekevin.

  Ebdulhemîd Sî Efîf serokê komîsyona  karûbarên  derve yên  meclisa neteweyî ya Cezayirê jî mudaxila  mustekbiran li karûbarên navxweyî yên welatan rexne kir û got: Kes nikare li Cezayirî dîkte bike ku li peywedniyên  xwe bi welatên dost û cînar çawa reftarê bikin.

  Sî Efîf bal kişand ser geşatiya  peywedniyên  aborî navbera Îran û Cezayirê û got: Cezayirê tevî şermezarkirina boykotên zalimane yên Emerîkayê dijî Îranê her tim ser parastina  rêketina navokî teqez dike.

 Serokê komîsyona  karûbarên  derve yên  meclisa neteweyî ya  Cezayirê ku sefera Têîhranê kiriye tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve , Hişmetullah Felahetpîşe, serokê komîsyona  ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya  meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û Huseynelî Emîrî, alîkarê parlemanî yê serokê Komara Îslamî ya Îranê jî hevdîtin û gotûbêj kiriye.