Çile 25, 2019 18:58 Asia/Tehran
  • Neyariya cîhanî digel pîlana Amerîka dijî dewleta Venezuelayê

Alûgorên siyasî yên vê dûmahîkê li Venezuelayê û piştevaniya eşkera û xwetêkeliya vî welatî li nav karûbarên hundirî yê Venezuelayê bûtye sebeb ku welatên cîhanê û bitaybet qudretên wekî Rûsiyayê û Çînê dijî van cure siyasetên Amerîka derketin.

Piştî ku Juan Guaido (Xuan) serokê wêdadayî yê Kongreya Neteweyî wek rêberê dijberên hikûmetê bêyî berçavgirtina hilbijartinan û bi piştgiriya rayedarên Waşîngtonê xwe wek serokomarê berwext yê Venezuelayê da nasandin û sond xwar Donald Trump serokkomarê Amerîka li daxûyaniyekê ragihand ku ew Guaido wekî serokkomarê berwexte Venezuelayê bi fermî nas dike.

Waşîngtonê ragihand ku ji hemû emrazên abûrî û dîplomatîk bona birêketina xwedêbergiravî demokrasiyê li Venezuelayê dê behre bigre .

Hedefa dewleta Trump amadekirina mijarê bona xwetêkeliya hêtimalî li nav karûbarên Venezuelayê bona sernixûnkirina Nicolas Maduro serokkomarê qanûnî yê Venezuelayê ye.

Ji aliyê dinve Maduro jî bilî destnîşankirina ser sekinîna li hemberî her cure pîlanekî Amerîka li bara Darbeya hêtimalî li vî welatî hişyarî da.

Maduro li tora xwe ya civakî ta Tewtterê nivîsî: Hîn hêtimala Darbeyê li nav Venezuelayê heye û ez ji xelkê Venezuelayê dixwazim ku mêrxas bin û bêne meydanê û karûbarên xwe bikin û hişyar bin, wî ragihand ku xelkê Venezuelayê aşitiyê dixwazin û li hemberî her cure darbe û xwetêkeliya biyanî radiwestin.

Ji aliyê dinve artêşa Venezuelayê jî emekdariya xwe bi Maduro ragihand kui vê yekê karê Waşîngtonê û hevalbendên Amerîka bona hilweşandina dewleta Çepe Venezuelayê gelekê dijwar kiriye..

Vladimir Padrino Lópezwezîrê berevaniya Venezuelayê li daxûyaniyekê ragihand ku artêş Juan Guaido (Xuan) wekî serokkomar qebûl nake û Maduro serokkomarê qanûnî yê vî welatî ye û neyarên dewletê dil hene darbeyekê dijî dewletê destpê bikin.

Her çend ku Amerîka û şirîkên navçeyî yên Amerîka jiwan Kanada, Kulimbiya, Prû, Ikwador, Paraguê, Birizîl, Çîlî, Panama, Arjantîn, Kastarîka, Guwatmala û Yeketiya Ewrûpa ji Guaido wekî serokkomarê Venezuelayê piştevanî kirine û wî wekî serokkomar qebûl dikin lê berteka cîhanî li hemberî vê meselê nerênî ye û qudretên cîhanî yên wekî Rûsiya û Çînê piştevaniya xwe ji dewleta qanûnî ya Maduro ragihandine,

her li vê çarçîvê Mikzîk, Bûlîvî, Kûba, Tirkiyê û Îranê jî ji Maduro piştevanî kirine.

Pûtîn serokkomarê Rûsiyayê û Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî li gotûbêjên telifûnî tev Maduro piştevaniyaxwe ji dewleta wî ragihandine.

Çînê jî ji Amerîka xwest ji nav aloziya Venezuelayê derkeve û xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yê vî welatî neke.

Herwisa Rêxistiya Netewên Yekgirtî jî daxwaz kir ku ya baş evaye kirîza Venezuelayê ji riya gotûbêja siyasî di navbera dewleta vî welatî û neyaran were çareserkirin.

Sercem ji bo bîr û raya giştî derket ku rojava bereyekî sereke ji bo hilweşandina dewleta qanûnî ya Venezuelayê ye û ev welatana hema terseyî qayde û qirarên navnetewî xwetêkeliya nav karûbarên Venezuelayê dikin li halê ku qudretên navnetewî yên wekî Çîn û Rûsiyayê ji vê siyaseta rojava rexne dikin.

Ya rast, rojava her wextekê ku xêr û qazanca wan hebe ji heq û mafê navnetewî û qayde û qirarên saziyên wekî Rêxstiya Netewên Yekgirtî diaxivin û çaxê ku xêr û qazanca wan livê yekê tunebe, qayde û qirarên navnetewî binpê dikin.