Çile 18, 2019 18:36 Asia/Tehran
  • Koçber hela jî dibin gorîyê sîyasetên Trump ên dijî koçberan

Di dewama pêkutîya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ser cihanîna sîyasetên dijî koçberan da, hêzên sînorvanîyê li eyaleta New Mekzîkoyê li başûra rojavaya Amerîkayê zêde ji 340 koçber li derîyê sînorî yê Antelope Wells`ê girtin. Ew koçberana pirranî ji welatên Amerîkaya Navendî ne û di halekî da hatine girtinê ku gellek ji wan hewcedarê lênihêrîna tixtoran in.

Sîyasetên têkildarî koçberîyê yên Amerîkayê ji dema ku Trump bûye serokomarê vî welatî va hatine guhertinê bi awayekî ku Serokomarê Amerîkayê bi sîyasetên dijî koçberan, Amerîka veguhertîye yek ji welatên herî dijwar di warê koçberîyê da. Di vê çarçovê da yek ji wadeyên herî girîng ên Trump dema hilbijartinan da jî lêkirina dîwêr li sînorê Mêkzîkê ji bo girtina pêşîya derbasbûna koçberan ji wî welatî bo Amerîkayê bû.

Lewma Serokomarê Amerîkayê ji destpêka vê postê ve li Qesra Sipî dixwaze ku bûca lêkirina dîwêr l isînorê Mêkzîkê û girtina pêşîya derbasbûna koçberan nav Amerîkayê bi rêya vî sînorê bejayî serêxwe bigire. Bilî vîya Serokomarê Amerîkayê gellek sîyasetên din ji bo girtina pêşîya derbasbûna koçberan ji vî sînorî kivş kirin, ji wan sîyaseta ``tehemul sifir`` ku di encamê da gellek koçber hatin girtinê û zarokên wan ji wan hatin dûrxistinê, sîyaseta ku bû sedema nerazîbûna gellek sazî û sendîkayên navxweyî û navnetewî li hemberî vê kiryara nemirovane û dijî mafên mirovan.

Herçend ku Trump piştî midehekê ji vê fermana xwe hat xwarê lê hela jî dûhatên vê biryarê pêsîra gellek zarokan digirin û ew ji dê û bavên xwe dûr mane.

Trump hevgavê sîyaseta dijî koçberan a ``tehemul sifirê`` pêkutîyê ser lêkirina dîwarê sînorî û girtina pêşîya koçberîya ber bi Amerîkayê dike, mijara ku niha bûye pirsgirêkeke ciddî di navbera wî û parlimanterên Dêmokirat da û nêzî 4 hefteyan e ku karê dewleta fêdêral a Amerîkayê sekinandîye. Di vî warî de gêreyeke nû di navbera Kongirê û Qesra Sipî da derketîye ku li gorî wê Trump seredana derveyî welêt a Seroka Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê Nancy Pelocyê bi heceta teitîlbûna karê dewleta fêdêral ibtal kir.

Parlimanterê Dêmokirat Steny Hoyer îro di vî warî da got: Me ji mêj ve gotîye ku sîyaseta rawestandina karê dewletê sîyaseteke nemaqûl, bixisar û neguncav ji bo dêmokirasîya Amerîkayê ye, Trump bi vî karî bi hezaran karmendên dewleta fêdêral bi curekê rehîn girtine û ev sîyaseta nayê qebûlkirinê.

Eva di halekî da ye ku ne tenê parlimanterên Dêmokirat belkî gellek welatîyên amerîkî li dijî sîyaseta Trump a rawestandina karên dewletê bi merema pêşdebirina sîyasetên xwe yên dijî koçberan di çarçova lêkirina dîwêr li sînorê Mêkzîkê ne.

Encamên rapirsîyên ku Ajansa nûçan a Reutersê û Şirketa Lêkolînan a Ipsosê ku di 15`ê Çillê da hatin weşandinê nîşan didin ku sedî 51`ê xelkê Amerîkayê ser vê bawerê ne ku serokomarê vî welatî berpirsê teitîlbûna dewletê ye.

Sîyasetên dijî koçberan ên Trump bûne sedema kombûna koçberan li kempên penaberan, kombûna daxwazkerên mafê penaberîyê li sînoran û zîndanîkirina koçberan li kempên penaberan li gorî daxwaza rayedarên amerîkî û serederîya nemirovane û bêparkirina koçberan ji mafên wan, bi awayekî ku di encama van sîyasetana da 2 zarokên govatmalayî di 2 hefteyên buhurî da canê xwe ji dest dan.

Qeyrana koçberîyê li Amerîkayê roj bi rojê berfiretir dibe lê, Trump sîyaseta Mista Hesin li hemberî koçberan wekî rêçare dimeşîne, sîyaseta ku encama wê ji hêlekê va gorîbûna koçberan û ji hêla din ve zîyanên sîyasî û aborî bo civaka Amerîkayê ji ber teitîlkirina dewletê ye.