Çile 04, 2019 17:49 Asia/Tehran
  •  Hêza mûşekî ya Îranê derveyî îradeya Emerîkayê

Liv û tevgera Komara Îslamî ya Îranê li riya pêşketina zanistî ji wan li warê şandina setelaythilgiran bo fezayê û her wiha jordebirina hêza mûşekî, cardinê rayedarên emerîkî neçar kirin bertekê nîşan bidin.

 Mike Pompeo (Mayk Pompêo), wezîrê karên derve yê Emerîkayê, roja pêncşemê li bara  berfirehkirina  bernama  fezayî û mûşekî ya xwe hişyarî da Îranê û ji Îranê xwest ku bila her cure xebata xwe têkildarî mûşekên balestîk rawestîne. Li gor îdiaya  wezîrê karên derve yê Emerîkayê, bernama mûşekî ya Îranê biryarnama  2231`an a Konseya Ewlehiyê ya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî binpê dike.

Mike Pompeo her wiha îdia kir ku teknolojiya ku li bernama  fezayî ya Îranê hatiya xebitandin, hema ev teknolojî ye ku  dikare li berfirehkirina mûşekên  balestîk jî were xebtandin.

  Ev cure helwestên  rayeadrên  emerîkî ne mijareke teze ye û dê ya dawiyê jî nebe. Dewleta niha ya  Emerîkayê hertim nihêrîneke  bi dijminatî li hemberî Îranê hebûye û her car bi hecetên  curbicur û bi armanca girtina pêşiya pêşketinên Îranê li warê  fezayî û mûşekî, wê weke  gefekê bo cîhanê dide nasandin.

 Ev nihêrîna Emerîkayê ku bingeha wê li dijminatiya  kûr derheq gel û nizama  Îranê heye li 40 salên  buhurî bi şêwazên curbicur hatiye  şopandin û îro jî ku  Inqilaba Îslamî xwe ji bo cejna  xwe ya 40 saliyê amade dike, dijminatiya Emerîkayê li hemberî Îranê gihêştiya asta xwe ya herî jorîn.

  Dijminatiya Emerîkayê li hemberî gelê Îranê hertim  bi boykot û zext û zorên  aborî û siyasî rûbirû bûye û xala  balkêş li vê barê, pêşketina  Îranê li warên  curbicur  bisaya hema van boykotan e.

  Serketin û pêşketina  Îranê li warên curbicur  ji wan li warê fezayî û mûşekî nîşana  nekêrhatîbûna siyaseta Emerîkayê ya boykotkirinê heye û her ev mijara , rayedarên emerîkî hêrs kiriye û ew hewl didin bi şiroveyên  şaş, bernama mûşekî ya Îranê weke gefekê bo cîhanê bidin nîşandan.

Biryarnama 2231`an a Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netyeweyên Yekbûyî ku wezîrê karên dreve yê Emerîkayê dest daneiye ser, pêşiya ceribandina mûşekî bo Îranê nagre û li warê fezayî jî tu berbend û sînoreke cîhanî li dijî Îranê tine. Wezîrê karên derve yê Emerîkayê li halekê Îranê bi binpêkirina  biryarnama 2231`an  tawanbar dike ku dewleta niha ya Emerîkayê bi binpêkirina  vê biryarnamê serê axir  ji rêketina navokî ku piştvaniya  wê ya siyasî biryarnama 2231`an  e derket.  Li vê barê, wezîrê derve yê Îranê  Muhemed Cewad Zerîf berêvara pêncşemê wek berteka li hember îdiaya  wezîrê karên derve  yê Emerîkayê got: Avêtina mûşeka  hilgirê setelaytê û ceribandinên  mûşekî yên Îranê ne binpêkirina  biryarnama 2231`an a Konseya  Ewlehiyê ye. Zerîf destnîşan kir: Emerîka bi xwe ev biryarnameya binpê kiriye û loma ne li cih û şûnekê de ye ku  li vê barê şîreta li kesekî bike.

 Hêza berevaniyê ji wan hêza mûşekî yek ji faktorên  bi bandor ser bi qawetkirina welêt e û Îran li vê çarçoveyê bi palpiştiya hêza navxweyî li riya pêşketin û diqetê hereket kiriye. îro rojê hêza mûeşkî ya Îranê, faktoreke  dilniyakir li berevaniya ji yekperçetiya erdê welêt e.

 Qaweta berevaniyê ya Îranê  bi tenê jibo bergîriyê ye û tu gefek li dijî welatê navçê nîne. Xurtkirina  hêza berevaniyê mafê rewa yê her welatekî ji wan Komara Îslamî ya Îranê ye. Zext û zorên  Emerîkayê li vê barê dê Îranê neçar nekin paşde vekişe.

 Qaweta mûşekî ya Îran ji destkewtên  40 salî yên Inqilaba Îslamî ye û Îran daniye di rêza welatên  bi qawet ên li vê barê.  Têkildarî vê mijarê, serdar sertîp Yedullah Cewanî, alîkarê siyasî yê Sipahê pasdarên  Inqilaba Îslamî roja pêncşemê li civîna  ferhengiyanê besîcî yên parêzgeha Îsfehanê li navenda Îranê diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê li warê qaweta mûşekî di rêza çar welatên  herî li pêş li cîhanê de ye.