Kanûn 24, 2018 11:39 Asia/Tehran
  • Daxwaza rakirina parêzbendîya hejmareke parlimanterên meclisa Tirkîyê

Dozgerîya Enqerê ji bo cihanîna hikmê zîndanê yê 68 parlimanterên vî welatî xwest ku parêzbendîya wan were ibtalkirinê.

Serokê Komsîyona Destûra Bingehîn a Parlimana Tirkîyê Bekir Bozdag piştî daxwaza dozgerîya Enqerê ya ibtalkirina parêzbendîya wan parlimanterana, ev yeka bi awayekî nivîskî gîhand parlimanteran ta ku demajoya ibtalkirina parêzbendîya wan 68 parlimanteran destpê bibe.

Şayanî gotinê ye ku dozgerîya Enqerê hikmê ji bo ibtalkirina parêzbendîya hemareke parlimanterên meclisa Tirkîyê, piştî dozvekirina Serokomarê vî welatî li dijî wan da.

Xala balkêş derbarê vê daxwazê da ew e ku her 68 sîyasetvanên ku dozgerîya Enqerê daxwaza rakirina parêzbendîya wan kirîye, gişk ji neyarên ciddî yên AKP û rayedarên niha yên dewleta Enqerê tên hesêb. Eva ne cara yekem e ku dewleta Enqerê dest bi rakirina parêzbendîya parlimanteran dike. Di rastîyê da ji dema ku nerazîbûnên partîyên neyar li hemberî sîyasetên destwerdanê yên Artêşa Tirkîyê di karên navxweyî yên hin welatên herêmê nemaze yên Iraq û Sûrîyê de destpê bûye, sekinîna rasterast li hemberî parlimanterên neyar li Parlimana Tirkîyê jî di destûrkarê de cî girtîye. Eva di halekî da ye ku bi dû derbeya leşkerî ya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an, rayedarên delweta Enqerê derfeteke nû ji bo tepeserkirina partîyên neyar nemaze li Parlimanê bi dest xistin. Hikûmeta Enqerê destpêkê bi rakirina mafê parêzbendîya parlimanterên HDP`ê sîyaseta rakirina parêzbendîyê û ibtalkirina parlimanterîya wan parlimanterên partîyên neyar li Parlimanê xistîye destûrkarê da. Hikûmeta Enqerê heta hevserokên HDP`ê jî xistin zîndanê. Ji destpêkê va kivş bû ku sîyaseta hikûmeta Enqerê dûrxistina partîyên neyar ji Parlimana Tirkîyê ye. Nemaze ku navên hin parlimanterên CHP`ê jî xistin lîsteya Reş û li mêdyayan jî hatin ragihandin. Di vî warî da Baskin Oran ku di dema serokwezîrtîya Erdogîn da rawêjkarê wî bû û dema muzakireyên digel PKK`ê di salên 2013-2015`ê da endamê komîteya rawêjkarîyê ya Aqilmenan bû nivîsarek ser navê ``ezmûnên tirajîk-komîk ên kurdan`` li malpera kanala TV24`ê weşand. Oran di wê nivîsarê de helwesta hikûmeta Tirkîyê rexne dike û dinivîse: Dewleta Tirkîyê di warê binpêkirina mafên sîyasî, zimanî û çandî yên kurdan de gellekî ciddî ye. Heke em bala xwe bidin ser sîyaseta navxweyî ya Tirkîyê, eyan e ku nêrîna partîya serdest (AKP) a Tirkîyê derbarê kurdên vî welatî da gellekî reş û nerênî ye. AKP ser wê bawerê ye ku hin parlimanter bi sûdwergirtina narewa ji parêzbendîya parlimanterîyê pişta komên têrorîst digirin. Neyarên sîyasetên Enqerê di halekî da tên tawanbarkirinê ku gellek kes li nav û dervayî Tirkîyê, AKPbi hewildana ji bo pawankirina desthilatê û tepeserkirina neyaran nemaze kurdan tawanbar dikin. Li gorî destûra bingehîn a Tirkîyê, parlimanteran mafê parastîbûna li hemberî dadwerîyê (mafê parêzbendîyê) hene lê Parlimana Tirkîyê dikare bi dengwergirtina navxweyî wî mafê nunerên gel ibtal bike ta ku rê li ber mehkemekirina wan bê vekirinê. Şêwza derxistina parlimanteran ji meclisê û zîndanîkirina wan jî li Tirkîyê wiha ye ku destpêkê Wezareta Dadwerîyê daxwaza rakirina parêzbendîyê ji Serokê Parlimanê re dişîne. Serokê Parlimanê dikare bi hilêxistina vê mijarê li Parlimanê û dengwergirtina ser wê, wê parêzbendîyê rake yan daxwaza domandina wê bike. Heke parêzbendî were rakirinê, Dezgeha Dadwerîyê dikare dîwana wî/ê parlimanterî/ê bike yan heta wî zîndanî bike. Niha qanûna nû 152 parlimanterî digire ber xwe û dewlet dikare li dadgehê li dijî wan dozê veke. Bi gitş mirov dikare bêje ku demajoya nika ya wêdabirina neyaran li parlimana Tirkîyê ne tenê yê helwestên AKP`ê xurt bike, belkî ev demajoya yê ser zîyana partîya serdest bidome. Di eynî halî da hîç şikek tineye ku parlimana tekhizbî dikare hemî tiştên ku ``destkevtên dêmokirasîyê`` li Tirkîyê tên binavkirinê, bide bayê.