Sinaryoya Albaniyê: Tirsandina ji Îranê ji aliyê piştgirên munfiqan
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê kiryara dewleta Albaniyê derheq derxistina dîplomatên Îranê bi zixt û zora Emerîkayê şermezar kir û got: Her cure tawan û îdiayên li dijî dîplomatên îranî li Albaniyê nayê qebûlkirin.
Behram Qasimî roja pêncşemiyê li bara sinaryoyên nû li dijî Îranê û vê carê li welatê Albaniyê destnîşan kir: Mixabin wer tê xûyanê di dewama kiryarên bi dijminatî yên Emerîkayê û Rejîma Siyonîstî li çarçoveya siyaseta tirsandina ji Îranê û hewldana bona kavilkirina rûmeta Komara Îslamî ya Îranê, dewleta Albaniyê bin zext û zorên Emerîkayê li dijî Têhranê kiryara bi dijminatî û bêyî tu mentiqekê cih anîne.
Edlîa Prendî, berdevkê Wezareta Karên derve ya Albaniyê roja çarşemiyê îdia kir ku xebatên dîplomatên îranî li dijî cih û şûna dîplomatîk e û piştî şêwirîna bi aliyên hevpeyman biryar hat dayîn ku ew wek kesên nehêja bên raghandin.
Helwesta berdevkê Wezareat Karên derve ya Albaniyê li şantajên li dijî Îranê, nîşana kiryara bi dijminatî ya Albaniyê li dijî Têhranê bi hevkariya serwîsên ewlehiyê yên hin aliyên din heye.
Berteka demlidest û kêfxweşiya Can Bolton, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Koşka Sipî û Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Emerîkayê bona piştgiriya ji kiryara Albaniyê, nîşana rola eşkere ya Emerîkayê li senaryoyên Albaniyê li dijî Îranê ye.
Helbet sinaryoyên bi vî rengî pêştir jî li Fransayê û Danîmarkayê hatine dubarekirin ji ber rola ku Emerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî li kiryarên bi dijminatî li dijî Îranê li paytexta welatên ewrûpî hene, nîşan dide ew li şopandina plana tirsandina ji Îranê bi ramanca bandora ser hevkariyên kêrhatî yên Îranê bi civaka cîhanî re hevkariya wna heye û li vê çarçoveyê sinaryoyan dinvîsin.
Li sinaryoya berê li Danîmarkayê, rojnama siyonîstî ya Jerusalem Postê nivîsî Rêxistina sîxoriyê ya îsraîlê (Mossad) li şantaj û dosiya Danîmarkayê li dijî Îranê roleke rasterast hebûye. Heta Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Îsraîlê jî li bara vê hevkariyê li xwe mukir hatiye.
Armanca hevpar a sinaryoyên bi dijminatî ku ji Fransa û pişt re li Danîmarkayê destpê bû û îro li Albaniyê dubare bûye, hewldana bona tawanbarkirina Îranê bi piştgiriya ji terorîsmê li cîhanê ye.
Heneka vê şantajê wextekê diyar e ku Emerîka, Îsraîl û Erebistan her sê alîgirên sreke yên terorîzmê li cîhanê ne û piştgiriyê didine koma terorîstî ya Minafiqan ku heya niha zêde ji 17 hezar kes li Îranê teror û şehîd kirine.
Denyêl Sîros, mamostê peywedniyên navneteweyî li zanîngeha Can Hapkînzê bawer e ku teşkîlatên eskerî û ewlehiyê yên Emerîkayê bi munfiqan re kar dikin. Her kesê ku vê komê nas bike dizane ku munafiqîn komeke terorîstî ne û nabe piştgiriyê bidin wan.
Her wiah sê kunca nehs a Siyonîstî-Siûdî û Emerîka bi hevkariya komên curbicure terorîstî û ji wan koma Munafiqan li dijî Îranê ketin tevgerê. Li vê barê Mehmûd Elewî wezîrê îtileata Îranê sêşemiya buhurî got: Serwîsên ewlehiyê yên welatên cîran û heta welatên dûr jî rasterast li dijî ewlehiya Îranê ketien tevgerê lê zêde ji 300 tîmên terorîstî hatine naskirin û pêşiya xebata wan hatiye girtin.
Ev hevkariya bi dijminatî ya Îranê û rola Emerîkayê, Îsraîl û Erebistanê bona piştgiriya ji terorîzmê li asta cîhanê ku dûhatên giran bo mirovahiyê li navça rojava Asiyayê û navçên din, heta li paytexta welatên curbicure ewrûpî hebe, nikare raya giştî ji rasitiyên niha yên cîhanê bixalifîne.
Senaryoyên Albaniyê hewldaneke bêhûde bona berûvajîkirina rasitiyan e. ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê welatekî berpirsiyar li asta cîhanî ye û bona cihhatina aşitî û ewlehiyê xerc kiriye û bi xwe jî gorriyê terorîzma Emerîka û hevpeymanên wê ye.