Kanûn 19, 2018 10:03 Asia/Tehran
  • Daxûyanîya Jênêvê, destkevta rawêjkarîya Îran, Ûrsêt û Tirkîyê derbarê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê da

Civîna rawêjkarîyê ya Wezîrên Karên Derve yên Îran, Ûrsêt ûTirkîyê derbarê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê li Jênêvê da hat lidarxistinê.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf, Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu wekî garantorên muzakirên Astanê duh civîneke sêalî û rawêjkarîyê bi amadebûna Stêfan Dî Mîstora Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Giştî yê NY Di Karên Sûrîyê da li Jênêvê lidar xistin.

Wezîrên Karên Derve yên Îran, Tirkîye û Ûrsêtê di vê civînê da encamên erênî yên rawêjkarîyên xwe digel alîyên sûrî yên derbarê pêkhateya Komîteya Destûra Bingehîn da raber kirin.

Wezîrên Karên Derve yên Komara Islamî ya Îranê, Rûsîye û Tirkîyê di daxûyanîya ku piştî civîna duh ya li Jênêvê de dan, pêgirî li ser serxwebûn û yekperçetîya axa Sûrîyê kirin.

Wan sê welatana careka din pêgirî li ser vîna xwe ji bo hêsankirina destpêbûna karê Komîteya Destûra Bingehîn bi rêya ravekirina isûlên giştî û istiratêjîk ên wê bi saya danuistandina digel alîyên sûrî û Nunerê Sêkrêtêrê Giştî yê NY Di Karên Sûrîyê de kirin ku ser bingeha wê yê destûrkarek bi merema garantîkirina karê bibandor û mayinde yê vê komîteyê bê amadekirinê.

Komara Islamî ya Îranê wekî aktorekî bibandor li herêmê ji destpêka qeyrana Sûrîyê va bi dû çareserkirina sîyasî ya vê qeyranê bûye. Di vê çarçovê da, muzakirên Demajoya Astanê ji Çilleya sala 2017`ê va li gorî insîyatîva Komara Islamî ya Îranê û hevkarîya Ûrsêt û Tirkîyê bi armanca pêkanîna aştîyê li Sûrîyê destpê bûn.

Herwiha Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan û Serokomarê Ûrsêtê Viladimîr Pûtîn piştî civîna xwe ya ku di Îlonê de li Têhranê hat lidarxistinê, di daxûyanîyeke danzdexalî da pêgirî kirin ku qeyrana Sûrîyê hîç rêçareyeke leşkerî tineye û tenê dikare bi demajoya sîyasî ya muzakireyan were çareserkirinê.

Serokên wan sê welatana di vê çarçovê da pêgirî li ser sozdarîya xe ji bo alîkarîya bi merema pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê û destpêbûna karê wê kirin. Li gorî wê daxûyanîyê, gotûbêjên netewî yên Sûrîyê di 30`yê Çilleya sala 2018`an de li şarê Soçî yê Ûrsêtê hatin destpêkirinê. Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Giştî yê NY di Karên Sûrîyê de Staffan de Mistura jî piştgirî da demajoya muzakireya digel welatên garantorê Demajoya Astanê wekî pêngaveke girîng di çarçova hewildanên dîplomatîk ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê de.Di encama wan hewildanan da her sê wealtan ji bo pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê lihev kirin.

Bi vê lihevkirinê her sê welatên garantorê agirbesê hewil dan ku bi armanca pêşdebirina demajoya çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê cihanîna şîretên Kongira Gotûbêja Netewî ya Sûrîyê li Soçîyê hêsan bikin. Pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê pêngaveke girîng û qonaxeke hestyar û dîyarker e. Pişkdarên vê civînê herwiah lihev kirin ku ji bo lidarxistina yekemîn civîna Komîteya Destûra Bingehîn di destpêka sala bê ya zayînî li Jênêvê da hewil bidin. Di dewama wê daxûyanîyê da hatîye ku karkirina Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê divê di atmosfêreke aştîyane û pişkdarîya avakir bi armanca bidestxistina lihevkirina gitş di navbera endamên wê da be bi awayekî ku encamên wê bikaribin piştgirîya herîzêde ya pêkan a gelê Sûrîyê bi dest bixe û di vî warî da pêngavên hêvîdarker bên rakirin.

Nunerê Taybet ê Sêkrêtêrê Giştî yê NY di Karên Sûrîyê de Staffan de Mistura dewama hewildanên welatên garantorê Demajoya Astanê pêngaveke girîng di serketina Komîteya Detûra Bingehîn a Sûrîyê û hewildanên dîplomatîk ji bo çareserkirina qeyrana Sûrîyê dizane. Lê encama teqil maye ser berçavgirtina serwerî û yekperçetîya axa Sûrîyê û isûlên Menşûra NY ji hêla gişk alîyan ve.

Daxûyanîya Jênêvê nîşan dide ku zemîneya pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê bi mêhwerîyeta muzakirên alîyên sûrî û çavdêrîya NY li gorî biryarnama 2254 a Konseya Ewlehîyê hatîye hêsankirinê.

Alîyên muzakirê sûrî bin, serwerîya netewî ya yekperçe ya Sûrîyê were parastinê, pêkhateya Komîteya Destûra Bingehîn bi dilê hemî alîyan be, çend xal ji xalên derheq pêkanîna wê komîteyê ne. Helbet karê amadekirin û serrastkirina Destûra Bingehîn a Sûrîyê li gorî hestyarbûna mijaran û dûhatên qeyrana çendsalî ya vî welatî yê demê bigire ber xwe. Ji ber ku ji bo serketina di warê pêşdebirina vê armancê divê gişt alî li ser hemî berûlay û hûrgilîyên têkildarî erkên Destûra Bingehîn a Sûrîyê lihev bikin.