Mijdar 29, 2018 20:39 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Yunker li ser hewildana Ewrûpayê ji bo parastina peywendîyên aborî digel Îranê

YE`yê hertim pêgirî li ser berfirekirina peywendîyên digel Îranê li gorî cîgeha bêhempa ya Îranê li navça Rojhilata Navînê bi hegera girîngîya jêopoltîk, sîyasî û aborî û enerjîya wê kirîye. YE`yê herwiha roleke girîng li wajokirina Rêketinama Navokî ya digel Îranê hebûye.

Lê vekişîna yekalî ya Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê di 8`ê Gulana îsal da û sepandina dubare ya boykotên duqonaxî ser Îranê di Tebax û Mijdara îsal da û daxwaza Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji bo tevlîbûna Ewrûpayê nav vê şerê dijî Îranê, YE`yê pêrgî du meseleyên girîng yanî parastina Rêketinama Atomî û herwiha sekinîna li hemberî zextên Waşîngtonê kir. Lê YE`yê giranîya sîyaseta xwe daye ser hewildana ji bo parastina Rêketinama Atomî û berfirekirina peywendîyên Îranê û sekinîna li hemberî zextên Waşîngtonê.

Di vê çarçovê da Jan Kilûd Yûnker Serokê Komsyona Ewrûpayê di helwesta herî nû da ragihand ku YE`yê xwazyarê parastina peywendîyên ticarî û aborî yên digel Îranê ye.

Li gorî gotina Yûnker, YE`yê hevkarîyeke nêzîk nav xwe da û bi şirîkên xwe yên din ra derbarê destpêkirina pêngavên berbişav ji bo parastina hevkarîya digel Îranê di pişkên girîng ên aborîyê da dike.

Li gorî nêrîna rayedarên pileberz ên YE`yê, ev dezgeha ewrûpî divê di rewşa dijwar a niha da bi rêya domandina hevkarîya tev Îranê, pêbawerbûna xwe biselimîne ta ku bi vî awayî alîkarîyê bide parastina istiqrara cîhanî. Lewma Ewrûpa heta dema ku şirîkê wê yanî Amerîka ji Rêketinama Atomî vekişîya, hela jî xwe sozdarê wê rêketinamê dizane.

Ewrûpî berovajî amerîkîyan ku idia dikin Îranê Rêketinama Atomî cih neanîye û wê rêketinamê lihevkirineke kara û bibandor ji bo kontrolkirina çalakîyên navokî yên Îranê nizanin, ser vê bawerê ne ku ne tenê Îranê hemî sozên xwe di çarçova Rêketinama Atomî de cih anîne belkî Rêketinama Atomî di warê bidestxistina armancên xwe yanî girtina pêşîya gêre û minaqişê li asta navçê û cîhanê jî bi awayekî serkevtî kar kirîye.

Di rastîyê da li gorî nêrîna YE`yê Rêketinama Atomî mînakeke rêketinameyeke çendalî ye ku dikare wekî modêlekê ji bo çareserkirina qonaxeke din a gêreyên navnetewî jî were bikaranînê.

Lewma Yunker gotibû: Heta dema ku Îran pêbendê Rêketinama Atomî be, YE`yê jî wekî yek ji mêimarên Rêketinama Atomî dê ji ber xatirê aştî û ewlehîyê pêbend be.

YE`yê xwazyarê parastina peywendîyên ticarî û aborî yên digel Îranê wekî encama Rêketinama Atomî ye. Lewma ev yekitîya bi dû kivşkirin û cihanîna tivdîrên wekî cihannîa dubare ya qanûna rêgir û kivşkirina mêkanîzma taybet a darayîyê nasyar bi SPV`yê ji bo domandina danuistandinên ticarî û darayî û enerjîyê bi Îranê ra ye.

Li gorî nêrîna Yunker, Ewrûpa bi qanûna pêşîlêgir dikare dûhatên boykotên Amerîkayê yên li dijî şirketên ewrûpî ku têkilîyeke rewa ya ticarî bi Îranê ra hene, kêm dike. Meseleyaka girîng ku di warê tivdîrên ji bo kêmkirina bandor  ûdûhatên boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê girîng e, cihnehatina mêkanîzma darayîyê ya taybet ango SPV ji hêla Ewrûpayê va ye. Ev yeka bûye sedema hişyarîdayîna tund a Têhranê.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî û alîkarê Serokomarê Îranê, Elîekber Salihî got: Heke em nekaribin nifta xwe bifiroşin û ji danuistandinên darayîyê sûdmend bibin, wê demê ez fikir nakim ku pêbendbûna li Rêketinama Atomî idî xêra wê ji bo me hebe.

Li gorî van hişyarkirinana, hin rapor nîşan didin ku Fransa û Almanê piştî ku Logzamborg û Otrîşê mazûvanîya dezgeha ku biryar e danuistandina darayîyê ya digel Îranê hêsan bike, qebûl bikin, dil hene xwe mazûvanîya vê kanalê bikin.

Li gorî nêrîna ewrûpîyan, qebûlkirina hevpar a cihanîna mêkanîzma taybet a darayîyê ji hêla Parîs û Berlînê va, yê nehêle dewleta Trump bi awayekî rasterast li hemberî van du hevgirtîyên mezin ên ewrûpî bisekine.