Mijdar 16, 2018 12:33 Asia/Tehran
  • Netanyahu û Hoock di nav xeyalan da ne, Îran nabe êxsîrê boykotan

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst di hevdîtina digel berpirsê taybet ê karên Îranê li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de, qedrê serokomarê vî welatî ji ber tişta ku `` boykotên giran li dijî Îranê `` bi nav kir, girt.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Netanyahû û berpirsê taybet ê karên Îranê li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Bryan Hoock duh êvarê li Filistîna Dagirbûyî derbarê Îranê de gotûbêj kirin. Bryan Hoock di vê hevdîtinê de piştî dilxweşîya Netanyahû ya ji ber sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê da, bi gotina vê yekê ku ew boykot dê bên şopandinê, idia kir ku boykotên dijwar dikarin pêşîya Îranê li navçê bigirin. Berpirsê taybetî karên Îranê li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di dewamê de idia kir ku boykotên dikarin pêşîya domandina bernama mûşekî ya Îranê jî bigirin.

Mêhwera gotûbêja Netanyahû û Hoock bi başî nîşan dide ku Îran welatekî xurt li herêma istiratêjîk a rojavaya Asyayê ye. Amerîka û Rêjîma Sîyonîst bi her şêwazekê hewil didin bi gumana xwe li hemberî vê hêza bibandor û kara bisekinin û pêşîya wê bigirin. Rewşa meydanî li Sûrîye û Yemenê işkesta tam a Amerîka, Erebistan û Israyîlê nîşan dide ku bi şêwazên curbicur ji wan bi têrorîst û kirêgirtîyan nekarîn sîyasetên xwe cih bînin.

Bê guman rewşa meydanî ya li Sûrîye û Yemenê, sîyasetên Amerîkayê û hevpeymanên wê pêrgî pirsgirêkê kirine, sîyasetên ku bilî kavilkirin û kuştina gelê sivîl encamek tinebûne. Ev mijara bûye sebeb ku Amerîka bi handana Israyîlê û Rêjîma Seûdî bi gumana xwe boykotên giran ser Îranê da bisepîne ta ku bandorê li vê hêza pêşîlêgir a çalak û bibandor bike.

General Evdilrehîm Mûsewî fermandeyê Artêşa Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî got: Rojavaya Asyayê bûye nîşangeheke mezin a işkestên Amerîkaya şeytan û cinayetkar.

General Emîrelî Hacîzade fermandê pişka hewayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî jî derbarê hêza pêşîlêgirtinê ya Îranê de got: Divê mirov hêza Komara Islamî ya Îranê ji zarê kesên din ji wan ê serokomarê Amerîkayê Donald Trump bibhîze. Wî bi gotina vê yekê ku Trump bi caran basa şîyana Îranê ji bo piştgirên xwe yên li herêmê kirîye, dîyar kir: Îran ji sedan kîlomêtrî dûr va dijminan û têrorîstan dike armanc ku ev yeka şîyana pêşîlêgirtinê ya di asta bilind da ya Komara Islamî ya Îranê nîşan dide.

Îran welatek e ku di warên curbicur ên zanistî, aborî û leşkerî da planên wê yên serbixwe hene û nakeve ber bandora hewildana ji derve. Şîyan û iqtidara Îranê ji babetên xwecî û gelanî çavkanîyê digire û girêdayîyê hîç tiştekî din nîne. Di rewşeke bi vî rengî da axavtina berpirsên amerîkî û sîyonîst a derbarê boykotên giran da bandorê li Îranê nake û eva jî şîyana serbixwe ya Komara Islamî ya Îranê nîşan dide.  Alexander Nagui çavdêrê meseleyên sîyasî li hevpeyvîna digel beşa ispanyolî ya radyoya Îranê di vî warî da got: Îran di warên zanista navokî, nanoteknolojî, silolên bingehîn û pêşeya leşkerî da bi awayekî berbiçav li pêş ketîye.

Ew taybetmendî bûne sebeb ku Komara Islamî ya Îranê bibe welatek ku boykotên Amerîkayê wisa ku kesên wekî Netanyaho û Hoock li gorî guman, xewn û xeyalan diaxivin, nikarin şîyan, hêz  ûrola Îranê li herêmê ku bûne sedema işkesta têrorîstên ku Israyîl û Amerîka pişta wan digirin, pêrgî berbendan bibe.