Mijdar 07, 2018 18:16 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên Dewra Navîn li Amerîkayê, sekinîna ciddî ya Trump û Komaraxwazan li hemberî raya giştî

Dengdana di çarçova hilbijartinên Dewra navîn ên Kongira Amerîkayê li hin eyaletan de bi dawî bûye û li gorî encamên hatine ragihandinê, Dêmokiratan karîn meclisa Parlimanteran bigirin destê xwe.

Encamên seretayî yên hilbijartinên Dewra navîn ên Amerîkay nîşan didin ku Dêmokiratan pirranîya kusîyên Meclisa Parlimanteran xistin destê xwe. Eva di halekî da ye ku Komarxwazan karîn pirranîbûna xwe li Meclisa Sênayê biparêzin.

Hejmarek berbijarên Dêmokirat li eyaletên Vîrcînîya, Mîn, Pensîlvanîya, Tegsas û Mînêsûtayê karîn li hemberî parlimanterên niha yên Komarxwaz li Meclisa Parlimanterna ser bikevin.

Komarxwazan jî karîne bi serketina li hilbijartinên Meclisa Sênayê li eyaletên Tênêsî û Tegsasê pirranîbûna xwe li Meclisa SÊnayê biparêzin.

Ev hilbijartin 2 salan piştî serketina matmayîker a Donald Trump li hilbijartinên serokomarîyê tên lidarxistin û li gorî hin nêrînan, encamên wê dê bandoreke rasterast li pêkhateya kursîyên meclisê û heta dema kutabûna dewra serokomarîya serokomarê niha yê li Qesra Sipî bike.

Herwiha heta niha 60 jinan karîne derbasî Kongirê bibin ku eva jî li Amerîkayê bêmînak e.

Di hilbijartina Kongra Amerîkayê de du jinên misilman karîn ser bikevin û bibin endamê Meclisa Parlimanteran. Berbijara misilman Îlham Umer ku bi esil Somalîyayî ye li eyaleta Minnesota û Berbijara Misilman Reşîde Telib a bi esil Filistînî li eyaleta Michigan karîn serkeftinê bidest bixin û bibin endamên Meclisa Parlimanteran.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê tevî jidestçûna pirranîbûna Komarxwazan li Meclisa Parlimanteran, li rûpela xwe ya Twwiterê ev hilbijartina ``serketineke mezin`` ji bo xwe û piştgirên xwe zanî û qedrê alîgirên xwe ji ber pişkdarîya li hilbijartinan girt.

Di vî halî de Nancy Pelosi seroka ihtimalî ya Meclisa Parlimanteran li Kongira tê di yekem axavtina piştî serketina Dêmokiratan ragihand ku sibê dê rojeke nû li Amerîkayê be û gelê vî welatî dê aramîyê bibîne.

Çavdêr pêşbînî dikin ku bi pirranîbûna Dêmokiratan li Meclisa Parlimanteran, Trump û Komarxwaz mideha 2 salên mayî ji bo hilbijartinên serokomarîyê heta sala 2020`an wê di warê pêşdebirina planên xwe da pêrgî gellek berbendan bibin.

Hin şirovekir jî dibêjin ku encamên hilbijartinên Dewra Navîn nîşan didin ku serokomarîya Trump qelişa di navbera çîn û qatên curbicur ên civaka Amerîkayê de zêde kirîye.

Malpera Kanala BBC`yê nivîsî: `` Hilbijartinên 5`ê Mijdarê li Amerîkayê nîşan didin ku kesek di van hilbijartinan de ser neketîye belkî em tenê ducemserbûna zêdetir a civaka vî welatî dibînin.